Bertekên li dijî siyasetên PDK'ê zêde dibin

Welatiyên Rojava bang li PDK'ê kirin ku ji bo berjewendiyên gelê Kurd bixebite û ji pêkanîna berjewendiyên Tirkiyê dûr bikeve, her wiha bang li malbatên pêşmergeyan kir ku zarokên xwe li dijî şerê birakujiyê hişyar bikin.

Bertekên li dijî siyasetên PDK'ê zêde dibin
13 mijdar, 2020   07:11
QAMIŞLO – KELSÛMA ELÎ

Bertekên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi taybet şandina hêzên xwe ber bi herêmên Garê û Metîna yên herêmên Parastinê yên Medyayê zêde dibin.

Welatiyan nerazîbûn nîşanî siyasetên PDK'ê dan û bang lê kir ku ji şerê navxweyî û ketina pey siyasetên dewleta Tirk dûr bikeve.

Mihemed Zekî Mistefa yê ji Girkê Legê got: "Em ji PDK'ê hêvî dikin ku nekeve çirava siyasetên Tirkiyê ya îmhakirina hebûna gelê kurd."

Hisên Haco bang li malbatên ku zarokên wan di nava  "Pêşmergeyên Roj" de ne kir ku zarokên xwe hişyar bikin da ku beşdarî şerê birakujiyê nebin û got: "Hêzên gerîla parêzvanê gelê Kurd e. Divê hêzên PDK'ê paşde vegerin û ji rûdana şerê birakujiyê dûr bikevin."

Haco siyaseta ku PDK li başûrê Kurdistanê dimeşîne rexne kir û got: "PDK ji bo  berjewendiyên dewleta Tirk tê bikaranîn û êdî îradeya xwe winda kiriye. Her wiha da zanîn ku  her kes baş dizane ku Tirkiye dijminê kurdan e. Ji ber vê yekê divê em bibin yek û şerê hev du nekin."

Ekrem Hiso bang li PDK'ê kir ku xwe ji bo berjewendiyên Tirkiyê danexe, ji bo berjewendiyên gelê Kurd û parastina mafê wê bixebite. Hiso got: "Şerê kurdî-kurdî wê hebûna kurdan îmha bike û wê Tirkiyê tenê xurt bike. Ji ber vê divê PDK'ê ji derxistina şerê navxweyî bi taybet di vê pêvajoya hestiyar de dûr bikeve."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_lUecyuAprw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>