​​​​​​​Emîn Elîko: Peymana li ser Şengalê komployeke nû ye; Tirkiye plan dike û PDK pêk tîne

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Emîn Elîko got ku peymana li ser Şengalê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de firotina Şengalê di bazareke berjewendiyên dewletên cîhanê de ye. Elîko destnîşan kir ku peyman komployeke nû ye, Tirkiyê plan kiriye û PDK pêk tîne.

​​​​​​​Emîn Elîko: Peymana li ser Şengalê komployeke nû ye; Tirkiye plan dike û PDK pêk tîne
13 mijdar, 2020   02:11
HELEB – ARIF SILÊMAN

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Emîn Elîko li Şêxmeqsûdê, têkildarî peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumeta Bexda û Hewlêrê de ji ANHA'yê re axivî.

Emîn Elîko di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku armanca peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumeta Iraqê û hikumeta Hewlêrê de qirkirina êzidiyan e û wiha domand: "Ev peyam di çarçoveya komployeke nû de ye, ku bi serkêşiya Tirkiyê pêk tê. Armanca wê jî ew e ku Tirkiye hewl dide gelek dubare bike da ku projeya xwe ya îxwançî li herêmê pêk bîne."

Elîko destnîşan kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê û APK'ê hewl didin bi rêya lihevkirin û êrişan destwerdanê li kar û barên dewletên derve bikin da ku aloziya xwe ya navxweyî ya di aliyê siyasî, civakî û dîplomatîk veşêre.

Elîko di berdewama axaftina xwe de êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên sala 2014'an ên li ser Şengalê bi bîr xist û wiha pê de çû: "Dema çeteyên DAIŞ'ê êrişî Şengalê kirin armanca wan qirkirina çand û dîroka êzidiyan bû, lê bi mudaxeleya Tevger Rizgariya Kurdistanê û YPG û YPJ'ê ew plan hatin têkbirin."

Elîko destnîşan kir ku şêniyên Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên Tirkiye desteka wan dike, li ber xwe dan û bi sedan şehîd di oxira rizgarkirina xak û rûmeta xwe de dan, ji ber wê mafê wan e ew bi xwe xwe bi rê ve bibin.

 

Elîko got: "Peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de mizgîniya xêrê nade, armanca wê tevliheviyeke di nava civaka Êzidî de çêbike."

'LIHEVKIRIN FIROTINA ŞENGALÊ DI BAZARA BERJEWENDIYAN DE YE'

Emîn Elîko da zanîn ku şêniyên Şengalê piştî ku ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûn, rêveberiya xwe ava kir û wiha domand: "Em bi hêvî ne ku Partiya Demokrat a Kurdistanê li aqilê xwe vegere û ji bo xizmeta doza kurdî bixebite. Her kes dizane ku ev lihevkirin firotina Şengalê di bazareke berjewendiyên dewletên cîhanê de ye."

Emîn Elîko di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên Kurdistanî, civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir ku sînorekî ji dagirkeriya Tirk re deynin ku kurdan li tevahî cîhanê û Kurdistanê bi taybet dike hedef. Her wiha bang li êzidiyan kir ku xwe bi rêxistin bikin û li hemberî hemû lihevkirinên ku wan û çanda wan a kevnar dike hedef bisekinin.

(bb)

ANHA