Di hilbjiartinên Amerîkayê de Biden di 3 eyaletan de bi ser ket

Xebatên jimartina dengan li 7 eyaletên Amerîkayê berdewam in. Joe Biden li 3 eyaletan bi ser ket. Donald Trump kesên demokrat bi hewldana dizîna hilbijartinan tawanbar kir û got: “Ez nahêlim hûn wisa bikin.”

Di hilbjiartinên Amerîkayê de Biden di 3 eyaletan de bi ser ket
4 mijdar, 2020   18:03
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku amerîkî li benda ragihandina serokê Koşka Spî yê nû ne, xebatên jimartina dengan li 7 wîlayetan Pennsilvanya, Michigan, Wisconsin, North Carolina, Georgia, Nevada û Alaskayê berdewam in.

Joe Biden li 3 eyaletan Michigan, Wisconsin û Pennsilvanya bi ser ket.

Jane O'Malley Dillon midûra hemleya Biden got, Biden îro dê zêdetirî 270 dengan bi dest bixe û rojnamevanan agahdar kir ku li gorî texmînên wê Biden bi rastî li Wisconsin, bi ser ket û tê payîn li Nevada jî bi ser keve.

Serokê Amerîkayê Donlad Turmp, îro bersîva daxuyaniyê hevrikê xwe yê demokrat Joe Biden da û kesên demokrat bi hewldana dizîna hilbijartinan tawanbar kirin û got: “Ez nahêlim hûn wisa bikin.”

(şx)