​​​​​​​Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 8 sivîl revandin

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 8 sivîl ji gundê Qude yê girêdayî navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî revandin.

​​​​​​​Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 8 sivîl revandin
2 mijdar, 2020   14:27
ŞEHBA

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ji şêniyên gundê Qude yê navçeya Raco ya Efrînê 8 sivîl revandin.

Li gorî çavkaniyê ji hundirê gundê, navên revandiyan wiha ne; Mihemed Îbo (40), Mihemed Heyder Şêxo (18), Rifet Hesen Hac Mûsa (55), Selah Menan (60), Ezet Osman (70), Ehmed Hac Mûsa (71), Tewfîq Mihemed Mûsa (30) û Doxan Ehmed Silêman (30).

Li gorî heman çavkanî, çeteyan revandî ber bi cihekî nediyar ve birin.

(fr)

ANHA