Bi çalakiyeke taybet a HPG`ê 6 dagirker hatin kuştin

HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla li dijî hêzên artêşa Tirk a dagirker li herêma Heftenînê daxuyaniyek da. Her wiha li dijî şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk a dagirker bang li Kurdistaniyan kir.

Bi çalakiyeke taybet a HPG`ê 6 dagirker hatin kuştin
2 mijdar, 2020   13:19
NAVENA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li qada Xantûrê ya Heftenînê bi çalakiyeke taybet 6 dagirker hatine kuştin ku yek ji wan fermandar bû.

Daxuyaniya HPG`ê wiha ye:

'LI XANTÛRÊ 6 DAGIRKER HATIN KUŞTIN, YEK JÊ FERMANDAR BÛ'

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de 1'ê Mijdarê saet di 11:00 de li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Xaçê bi çekeke taybet çalakî kirin.

Dema ku 5 leşkerên dagirker li dora kepçeyekê civiyabûn çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de kepçe bi temamî îmha bû, operatorê kepçeyê û fermanê li gir jî di nav de 6 dagirker hatin cezakirin.

'HEVRÊYA ME ŞÎLAN POLAT LI SER ERKA XWE YE; BI ŞERÊ PSÎKOLOJÎK NEXAPIN'

Dewleta Tirk a faşîst ku sûd ji mirovahiyê negirtiye û bi her rêbazên bêexlaq radibe, ji bo malbatên me yên hêja yên welatparêz biêşîne, perîşan bike û îradeya wan bişikîne, bi derewan dibêje ku zarokên wan şehîd bûne. Di vê çarçoveyê de beriya niha bi demekê ji malbata hevrêya me Şîlan Polat a Colemêrgî re ragihandin ku keça wan şehîd bûye. Lê belê ev îdîaya dewleta Tirk a mêtinger rast nîne. Hevrêya me Şîlan Polat sax e û li ser wezîfeya xwe  ye.

Em bang li malbatên xwe yên welatparêz dikin ku hay ji nûçeyên şerê psîkolojîk ê dijmin û derewên wan hebe û pê nexapin."