Rêveberiya Kobanê bang li gelên cîhanê kir: Piştgiriya xwe ji Kobanê re bidomînin

Rêveberiya Xweser a kantona Kobanê bi boneya 1`ê Mijdarê bang li gelên cîhanê kir ku piştgiriya xwe ji berxwedana Kobanê re li hemberî hêzên tundraw bidomînin.

Rêveberiya Kobanê bang li gelên cîhanê kir: Piştgiriya xwe ji Kobanê re bidomînin
1 mijdar, 2020   11:30
KOBANÊ

Meclisa Kantona Kobanê li nêzî Qada Jina Azad bi boneya salvegera 6`an a Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da.

Hevseroka meclisê Leyla Ehmed daxuyanî bi tevlêbûna bi dehan endam û rêveberên saziyên sivîl ên kantonê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Îro 1`ê Mijdarê salvegera 6`an a Roja Kobanê ya Cîhanî ye. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi alîkariya Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê, destanên lehengiyê û giyanê mirovên azad ê ku cîhan ji hovanetirîn hêzên tundraw û terorê parast, xêz kirin. Dewleta Tirk wê terorê destek dike û tevahiya teknolojiyên pêşketî ji wan re pêşkêş kirin da ku Împaratoriya Osmanî vegerîne.”

Meclisê di berdewama daxuyaniyê de got: "Em ji vir ji keleha berxwedanê ya ku hîna li hemberî gefa sultanê DAIŞ`iyan disekine û ewlehiya me rojane tehdît dike, hêvî dikin gelê cîhana azad pişgirtiya gelê me bike. Em bang li tevahiya cîhanê dikin ku bi yek rêzî sembola berxwedanê ya ku DAIŞ`ê bi alîkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî şikand û DAIŞ`ê li Baxozê bi dawî kir, biparêzin."

Meclisê di daxuyaniya xwe de banga bidawîkirina tundrawiyê ji jêderên wê û rê girtina li pêşiya alîkarên wê yên dewleta Tirk û Qeterê, kir. Her wiha bang li dewletên garantor (Rûsya û DYA) kir ku agirbestê pêk bîne û bi sozên ku ji bo rawestandina sûcên domdar ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane, pabend be.

Meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de, bang li tevahiya cîhanê kir û got: "Ey cîhana azad, ji vê axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, ji bo parastina we ji terorê berdêlên giran dan. Em bang li we dikin ku hûn li hemberî mirovahiya xwe wefadar bin û bi hev re li dijî terora ku tevahiya cîhanê dixe nava xetereyê, bisekinin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kepJv0xUBEU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>