KCK'ê sersaxî ji malbata waliyê berê yê Kerkûkê re xwest

KCK'ê ji ber wefata waliyê berê yê Kerkûkê Dr. Necmettîn Kerîm peyama sersaxiyê weşand û got "Dr. Kerîm heta kêliyên dawî yên emrê xwe, ji bo naskirina destkeftiyên gelê me yê li çar parçeyan xebitî."

KCK'ê sersaxî ji malbata waliyê berê yê Kerkûkê re xwest
1 mijdar, 2020   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Têkiliyên Dervre ya KCK'ê, ji ber wefata siyasetmedarê Kurd Dr. Necmettîn Kerîm daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Siyasetmedar û welatparêzê Kurd Dr. Necmettîn Kerîm li nexweşxaneya ku demek bû lê dihate dermankirin, duh jiyana xwe ji dest da. Em gelekî bi wefata wî êşiyan. Dr. Kerîm di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, dîplomasî û yekitiya neteweyî de kedeke mezin daye.”

Komîteyê di berdewama daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku Dr. Necmettîn Kerîm, ji bo doza Kurd bê naskirin û gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe, bi salan li derveyî welêt karên lobiyê yên siyasî, akademîk, civakî û çandî meşandin. Di vê têkoşîna xwe de timî bi komîteyê re di nava têkiliyê de bû û pêşengî ji gelek karên hevpar re kir. Dostekî hêja bû ku heta kêliya dawî ay emrê xwe bi çalakiyên ku li dar dixist hewl dida dostên gelê Kurd zêde bike û destkeftiyên gelê xwe li çar parçeyan bi rengekî fermî bên naskirin.

Her wiha Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK`ê xebatên Dr. Kerîm ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurd û rizgarkirina Kurdistanê ji dagirkeriyê, bi bîr xistin û soza xwedîlêderketinê da. Komîteyê sersaxî ji malbat û gelê Kurdistanê re xwest.