'Armanc ji pêşangehê ew e ku felsefeya rêber Ocalan were belavkirin'

Rêveberên Kongreya Star a Helebê destnîşan kir ku pêşangeha pirtûkan û parêznameyên rêber Abdullah Ocalan armanc dike ku felsefeya wî were belavkirin.

'Armanc ji pêşangehê ew e ku felsefeya rêber Ocalan were belavkirin'
'Armanc ji pêşangehê ew e ku felsefeya rêber Ocalan were belavkirin'
'Armanc ji pêşangehê ew e ku felsefeya rêber Ocalan were belavkirin'
1 mijdar, 2020   09:42
HELEB

Ev çar roj e ku bi dehan kes serdana pêşangeha pirtûk û parêznameyên rêber Abdullah Ocalan dikin ku Kongereya Star li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê organîze kiriye.

Ji rêveberên Kongreya Star Nehle Mistefa ji ajansa me re got pêşangeh armanc dike ku hizra rêber Abdullah Ocalan bigihîne hemû gelan, her wiha bang li mêvanan kir ku ramanên Ocalan ji nêz ve bibînin û felsefeya wî di nav civakê de belav bikin.

Nehle Mistefa diyar kir her dem ji bo azadî û şikestina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bang dikin û li ser vê bingehê wek rêxistinên jinan li taxa Şêxmeqsûd ji wan tê xwestin ku fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi rengekî berfireh belav bikin û wiha domand: "Felsefeya Ocalan rêya rast ji bo gihaştina azadiyê ye, divê hemû gel li gorî wê were perwerdekirin û birêxistinkirin."

Nehle Mistefa da xuyakirin ku wan 250 pirtûkên rêber Ocalan li mêvanan belav kirine. Nehle da zanîn ku pêşangehê encamên erênî bi dest xistin, di çarçoveya hemleyên ku Kongreya Star ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan li dar xist û tê payîn ku pêşangeh heta 10 rojên din jî dewam bike.

Kongreya Star di 28`ê Cotmehê de li taxa Şêxmeqsûd ê Helebê pêşangeha pirtûk û parêznameyên rêber Abdullah Ocalan vekiribû.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nS9XaImSwwQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>