Malbatên şehîdan bi boneya 1`ê Mijdarê hewldanên derxistina şerê birakujiyê şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bi boneya 1`ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da û êrişên li dijî herêmê û hewldanên derxistina şerê birakujiyê şermezar kirin.

Malbatên şehîdan bi boneya 1`ê Mijdarê hewldanên derxistina şerê birakujiyê şermezar kirin
1 mijdar, 2020   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan Şehîdan di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li hemberî hemû êrişên ku di nav da birakujî û xiyanet hebe, bi taybet di 1’ê Mijdarê de em helwesta xwe diyar dikin. Beriya 6 salan li Kobanê berxwedaneke pir mezin xwe da pêş li hemberî terorê, di wê yekê da mijareke pir biwate xwe da nîşandan, ew jî li gorî seferberî û banga rêber Apo hemû mirovên ji her çar parçeyên me yên Kurdistanê berê xwe da Kobanê û tev li mewziyên berxwedanê bûn. Di serî de gelê me yê Bakurê Kurdistanê û deşta Sirûcê bi Kobanê re bûn yek, her wiha Rojhilatê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê jî para xwe di mewziyan de girt.”

Malbatên şehîdan wiha pê de çûn: “Kêfxweşiya me ya mezin wek malbatên şehîdan ku yek ji daxwazên me cara yekemîn li Kobanê yekbûneke me yê leşkerî çêbû, li kêlek şervanên azadiyê (YPG, YPJ û gerîla) pêşmergeyan mewzî girtin û tev li berxwedana gelê Kurd bûn. Ji ber vê yekê jî gelek dewletên cîhanê ji bo wê rêz dan nîşandan û 1’ê Mijdarê bû Roja Kobanê ya Cîhanê. Lê mixabin dem bi dem xeta îxanetê dîsa xwe dubare dike, çawa li Şengal û Mexmûrê xiyanet çêbû û îro pêşmergeyên PDK’ê û sîxurên wê li kêleka artêşa delweta Tirk li milê Qendîlê amadekariyekê ji bo êrişeke ser gerîlayên çiyayên Kurdistanê dike.”

Malbatên şehîdan di dawiyê de bang li gelê Kurd kir û wiha lê zêde kir: “Li hemberî şerê birakujiyê helwesta xwe diyar bikin û daxwazên xwe ji kesên rêveberên Başûrê Kurdistanê bikin, birakujî li ser axa Kurdistanê qebûl nekin dewleta Tirk tu caran jiyaneke birûmet ji Kurdan re qebûl nake”.