Misir û Iraqê 15 peyman bi hevdu re îmze kirin

Îro Misir û Iraqê 15 muzakereyên lihevkirin, bername û protokolê bi hevdu îmze kirin.

Misir û Iraqê 15 peyman bi hevdu re îmze kirin
31 cotmeh, 2020   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta Iraqê Mistefa Kazimî bi rêya civîneke çapemeniyê bi hempîşeyê xwe yê Misirê Mistefa Medbolî re piştrast kir ku welatê wî xebata hevkarî û geşkirê bi Misirê re pêk tîne. Her wiha destnîşan kir ku hikumeta Iraqê kedeke girîng di komîteya iraqî, misirî û urdinê ya hevbeş de dide.

Li aliyekî din jî Medbolî wiha got: "Dê planeke demî ya diyar ji bo aktîfkirina muzakereyên di navbera Iraq û Misirê de hatine îmzekirin bê danîn."

Serokwezîrê Misirê Mistefa Medbolî wiha domand: "Bexda û Qahîrayê bi lez li ser aktîfkirina komek ji projeyên ku pisporiyên misirî pêk bîne, li hev kirine, her wiha her du aliyan li ser doza ewlehiya avê ya di navbera her du welatan de jî li hev kir."

Peymanên hatine îmzekirin, ji muzakereyên lihevkirinê di der barê veguhastin, dahatûyên avê, tenduristî, jînegeh, edalet, fînans, avakirin, lêkirin, endustrî, bazirganî û darayî de ne.

(fr)