Panela MSD` ya 12`emîn li Dêrazorê ye

Vê sibehê, panela duyemîn a MSD`ê li ser astê Dêrazorê dest pê kir. Panel di çarçoveya panelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Ber bi kongreyeke nîştimanî ya şêniyên Cizîrê û Firartê ve” tên lidarxistin de, pêk hat.

Panela MSD` ya 12`emîn li Dêrazorê ye
31 cotmeh, 2020   12:16
DÊRAZOR

Panela duyemîna a MSD`ê li ser astê Dêrazorê niha li navenda Meclisa Sivîl a Dêrazorê li herêma Meamil a gundewarê rojavayê Dêrazorê, tê li darxistin.

Nûnerên hemû eşîrên Dêrazorê û gundewarê wê û hemû pêkhateyên wê, nûnerên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, partiyên siyasî, rewşenbîr, hiqûqnas, hemû tevgerên siyasî, nûnerên Rêveberiya Sivîl, oldarên ji Dêrazorê beşdarî panelê bûne. Beşdaran hemû tedbîrên xweparastinê yên Komîteya Tenduristiyê wekî maskên tenduristiyê û lepik, girtine.

Panêl ji aliyê endama Meclisa Serokatî ya MSD`ê Îlham Miltî, cîgirê Serokatiya Desteya Rêveber a MSD`ê Hikmet Hebîb û endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê Xelef Dawûd ve tê birêvebirin.

Panel li ser du beşan tê lidarxistin; beşê yekemîn girêdayî diyaloga Sûrî-Sûrî, diyaloga bi muxlîfan, diyaloga bi hikumeta Şamê re, diyaloga Kurdî-Kurdî û bandorên wê li çareseriya siyasî ye.

Beşê duyemîn jî dê têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên herêm êde, rola wan di avakirina Rêveberiya Xweser de û mekanîzmeyên pêşxistina beşdarbûnê û xebatên saziyên Rêveberiya Xweser, nîqaş bike.

Cîgirê Serokatiya Desteya Rêveber a MSD`ê Hikmet Hebîb di destpêka panelê de axivî û destnîşan kir ku tiştê girîng di vê panelê de, beşdarbûn û nirxandina hemû xebatên MSD`ê û tevlîbûna dayîna biryarên girêdayî çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Hebîb diyar kir ku diyaloga Sûrî-Sûrî pir girîng e ji ber ku gelê Sûriyê 10 sal in di aloziya Sûriyê de dijîn. Her wiha piştrast kir ku hemû civînên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hatine lidarixstin çi li hundir dibe yan li derve, ji ber nebeşdarbûna hemû pêkhateyên gelê Sûriyê negihîştin tu encaman.

Hebîb wiha domand: “Ji ber destwerdanên derve û nakokiyên di navbera aliyên diyalogê de, çareyeke bingehîn ji bo aloziya Sûriyê nehatiye dîtin. Hêzên ku destwerdanê li Sûriyê dikin naxwazin vê aloziyê bi dawî bikin, ji ber ku sûdê ji aloziyê digirin û ajandeyên xwe li Sûriyê pêk tînin.”

Hebîb destnîşan kir ku wekî Meclisa Sûriya Demokratîk wan destpêkê diyaloga Sûrî-Sûrî pêşniyar kirin ji ber ku tekane çareya aloziya Sûriyê ye.

Girêdyî muzakereya lihevkirinê ya MSD`ê bi Partiya Vîna Gel re pêk aniye, Hebîb wiha got: “Muzakereya lihevkirinê ku bi Partiya Vîna Gel re li Moskovê pêk hatiye, gaveke erênî bû. Aliyên Sûriyê nîqaşên çareserkirina aloziya Sûriyê ya bêyî destwerdana derve dikin. Bloka Moskovê jî wekî muxlefeta ku tê pejrandine û li ser gelek xalên wekî yekitiya xaka Sûriyê, dayîna mafên hemû pêkhateyan, çareserkirina doza kurdî, hate lihevkirin.”

Hebîb diyalogên bi hikumeta Şamê re jî wiha nirxand: “Hevdîtin bi hikumeta Şamê re pêk hatin, lê belê ev hevdîtin negihîştin asta dan û standinan. Ji ber ku hikumeta Şamê wê yekê qebûl nake û diyaloga Sûrî-Sûrî asteng dike. Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo diyalogê amade ye û xwedî nêrînên siyasî , proje û nexşeya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.”

Her wiha tekezî bi girîngiya diyaloga kurdî-kurdî ji bo çareserkirina doza kurdî kir ku dê bi xwe encamên erênî ji bo çalakiya siyasî bi giştî bîne û wiha got: “Ji ber ku nakokiyên di navbera kurdan de, çareserkirina doza kurdî asteng dikin. Diyaloga kurdî-kurdî dê projeya Rêveberiya Xweser xurttir bike. Divê helwestên kurdî bibin yek, da ku yekitiya kurdî bê misogerkirin û rê li komployên navneteweyî yên tunekirina nasnameya Kurdan armanc dike, bigire.”

Panela MSD`ê bi nîqaşên beşdaran ên girêdayî beşê yekemîn, dewam dike.

(cx)

ANHA