Straneke nû bi navê ‘Waşokanî’ derket

Hunermend Nûrî El-Elî bi armanca xuyakirina berxwedana bajêr û şêniyên wê, vexwendina partiyên Kurd ji bo yekitiya kurdî, straneke nû bi navê ‘Waşokanî’ li ser Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê ya dagirkirî derxist.

Straneke nû bi navê ‘Waşokanî’ derket
29 cotmeh, 2020   12:39
HESEKÊ – BOTAN HISÊN

Piştî ku Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di 9`ê Cotmeha 2019`an de hate dagirkirin, gelek hunermendên Kurd stran li ser berxwedana gelê Kurd li dijî sûc û komkujiyên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan derxistin.

Hunermend Nûrî El-Elî piştî ku salek di ser dagirkirina bajarê Serêkaniyê re derbas bû, straneke nû bi navê Waşokanî derxist.

Stran rastiya berxwedana ku li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hatiye raberkirin, nîşan dide. Her wiha girîngiya yekitiya kurdî û piştgiriya hêzên leşkerî rave dike. Her wiha stran rastiya koçberên ku di dema êrişa li ser Serêkaniyê û Girê Spî de li kampa Waşokanî bi cih bûbûn, vedibêje.

Derhênerê stranê helbestvan Siûd Hisên e. Ê ku awaz çêkiriye û stran gotiye jî Nûrî El-Elî ye. Stran li studyoya hunermend Nûrî El-Elî ya taybet a li Dirbêsiyê hatiye amadekirin.

Nûrî El-Elî ji dayîkbûnê ve kor e, lê ev mijar li ber behreya wî ya hunerî nebû asteng. Heta niha nêzî 303 stranên folklorîk û şoreşgerî gotine. Bavê wî û xalên wî jî hunermend bûn. Nûrî di 7 saliya xwe de dest bi vegotina stranan kiriye. Beşdarî gelek komên muzîkê yên wekî Koma Şehîd Zîlan, Waşokanî û Şoreş bûye. Her wiha gelek stran li ser şoreşa Rojava û berxwedana wê jî nivîsandine.

Ev strana ku Nûrî El-Elî derxistiye dibe strana wî ya duyemîn li ser berxwedana Serêkaniyê.

ANHA