SOHR: 300 çeteyên dewleta Tirk ên ji Sûriyê gihaştin Azerbêcanê

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku dewleta Tirk 300 çeteyên ji Sûriyê derbasî Azerbêcanê kirin.

SOHR: 300 çeteyên dewleta Tirk ên ji Sûriyê gihaştin Azerbêcanê
28 cotmeh, 2020   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR'ê diyar kir xebata veguhastina çeteyên ji Sûriyê berdewam e, her wiha hejmara çeteyên sûrî yên ku derbasî Azerbêcanê bûne, da ku bi hêzên Azerbêcanê re li Qerebaxê şer bikin, heya niha zêdetirî 2 hezar 350 e. Ji nav wan 320 çete vegeriyan piştî ku dest ji her tiştî berdan.

Li gorî SOHR'ê ji dawiya meha Îlonê de zêdetirî 217 çeteyên dewleta Tirk di şerê Qerebaxê de hatin kuştin, ji nav wan 138 kuştî cenazeyên wan derbasî Sûriyê bûn û yên din jî hîn li Azerbêcanê mane.