Desteya Tenduristiyê li Qamişloyê mask û lepik belav kirin

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê hejmareke maskên tenduristiyê û lepik li şêniyên Qamişloyê belav kirin. Her wiha belavokên girêdayî pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) daliqandin.

Desteya Tenduristiyê li Qamişloyê mask û lepik belav kirin
28 cotmeh, 2020   12:13
QAMIŞLO

Piştî zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê îro hejmareke maskên tenduristiyê û lepik li şêniyên bajarê Qamişloyê belav kirin. Her wiha belavokên girêdayî pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa koronayê, rêbazên xweparastinê, asta xetereya vîrusê, girîngiya dûrbûna civakî, her wiha hejmarên odeyên rewşên awarte daliqandin.

Maskên tendursitiyê, lepik û belavok li Çerxerêya Sonî ya naverasta Qamişloyê û sûka navendî, hatin belavkirin.

Berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Qamişloyê Rojîn Ehmed wiha daxuyand: “Piştî zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Tenduristiyê dest bi hemleyeke hişyarkirinê kir. Ev cara sêyemîn e ku hemleyên bi vê rengî li  ser astê herêma Cizîrê tên birêxistinkirin.”

Her wiha destnîşan kir ku dê hemle li hemû bajar, navçe û bajarokên kantona Qamişloyê dewam bike.

Şêniyekî Qamişlo yê bi navê Kawa Xilo jî wiha got: “Em bi lixwekirina lepik û maskên tenduristiyê xwe ji vîrusa koronayê diparêzin. Divê qedexeya derketina derve bi temamî bê pêkanîn.”

Şêniya bi navê Şêrîn Şêxo jî Desteya Tenduristiyê li ser vê gavê spas kir û tekez kir ku divê şênî tedbîrên xweparastinê bigirin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sS4IGT-EO2A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>