Dayikên gerîla û şehîdan şehîd Bêrîtan bi bîr anî

Dayikên gerîla û dayikên şehîdan di çalakiya xwe ya heftane de, şehîd Bêrîtan bi bîr anî û got “Bêrîtan nameyeke berxwedanê da dijmin.”

Dayikên gerîla û şehîdan şehîd Bêrîtan bi bîr anî
28 cotmeh, 2020   12:17
HESEKÊ

Dayikên gerîla û dayikên şehîdan di hefteya 6`emîn a çalakiya xwe de li bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera 28`emîn a şehadeta wê de, bi bîr anî.

Bi dehan dayikên gerîla li Parka Apo ya li taxa Nasiriyê ya bajarê Hesekê kom bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Necme Şêxo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şehîd Bêrîtan nameyeke berxwedanê da dijminan û rûyê wan ê rastîn ji cîhanê re eşkere kir.

Her wiha hate diayrkirin ku îxanet heta roja îro berdewam e û nîşaneya wê yekê derketina li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî û sîstema hevserokatiyê ye.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan û azadiya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HW97i-po3-8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>