Komînên Eyn Îsayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Hevserokên komînên navçeya Eyn Îsayê bi daxuyaniekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî navenda navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê kir ku van êrişan rawestînin.

Komînên Eyn Îsayê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
28 cotmeh, 2020   11:31
EYN ÎSA

Hevserokê komîna taxa rojhilat Madhî El-Enzî daxuyanî xwend û êrişên dewleta Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê ku tê de zarokek hate qetilkirin û gelek sivîl birîndar bûn, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê hate kirin ku destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku van êrişan rawestîne. Her wiha hate bibîrxistin ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan tirsandina şêniyan û koçberkirina wan ji gund û bajarên wan e.

Hêjayî gotinê ye ku ji 9`ê Cotmeha 2019`an ve piştî dagirkirina bajarên Girê Spî û Serêkaniyê, dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê dikin. Ji 16`ê Cotmeha îsal ve jî êrişên li dijî navçeyê zêde bûne, her wiha 3 hewldanên çeteyan ên dagirkirina navçeyê ji aliyê QSD`ê  ve hatin têkbirin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/p9Yj4fHyA5k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>