El-Ceferî: Dewleta Tirk li Bakurê Sûriyê guhertina demografiyê û siyaseta tirkkirinê pêk tîne

Nûnerê Sûriyê yê li NY`yê Beşar El-Ceferî di civîna Meclisa Ewlehiyê de got rejîma Tirk dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê dewam dike û tekez kir ku Enqere li wan herêman guhertina demografiyê û tirkkirinê pêk tîne.

El-Ceferî: Dewleta Tirk li Bakurê Sûriyê guhertina demografiyê û siyaseta tirkkirinê pêk tîne
28 cotmeh, 2020   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ceferî wiha axivî: “Rejima Tirk dagirkirina herêmên berfireh ên bakurê Sûriyê, talankirin  û dizîna xêr û bêr û berhemên binerd ên gelê Sûriyê, koçberkirin, guhertina demografiyê û tirkkirinê dewam dike.”

El-Ceferî wiha domand: “Sûcên dewleta Tirk dê rastiya rewşa qanûnî ya herêmên Sûriyê ku dagir dike û mafên serweriyê yên Sûriyê, neguhere.”

Nûnerê Sûriyê li NY`yê bi daxuyaniyekê ji ajansa SANA re wiha got: “Rejîma Erdogan destwerdana leşkerî, sûcên mezin û piştgiriya terorê dewam dike û berifeh dike ku sînorê Sûriyê derbas kir û dest di gelek dewletên din wekî Iraq, Lîbya, Misir, Tûnis, Somalî, Yewnanistan, Qibris, Ermenistan, Azerbêcan û dewletên din dike. Dibe ku careke din dest di Viyanayê jî werde.”

Nûnerê Sûriyê El-Ceferî diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk xeternak in û gefê li aramî û aştiya navneteweyî dixwin.

(cx)