Şandeyeke Rûsyayê gihaşt Beyrûtê

Vê sibehê şandeyeke payebilind a Rûsyayê bi balafirek leşkerî gihaşt balafirgeha navneteweyî ya Refîq El-Herîrî ya li Beyrûtê.

Şandeyeke Rûsyayê gihaşt Beyrûtê
28 cotmeh, 2020   10:59
BÊRÛTÊ

 

Şande ji dîplomat û leşkeran bi serokatiya cîgirê wezîrê karên derve û nûnerê taybet ê Rûsyayê Aleksander Lavrotov û balyozê Rûsyayê yê li Sûriyê Aleksander Kinşahak pêk dihat.

Serdan dê rojekê bidome. Şande wê bi rayedarên Lubnanê re dan û standinê der barê kongreyeke navneteweyî ji bo vegerandina penaberên Sûriyê û têkiliyên hevbeş ên Rûsya û Lubnanê nîqaş bike.