​​​​​​​Tirkiye bi rêya kampên Filistînê destwerdanê li Lubnanê dike

Hê jî hebûna Tirkiyê li kampên Filistînê yên li Lubnanê ne li gorî asta rewşa gel e. Lê belê diyar dibe ku hewldanên wan ên bibandor bi rêya xîtabên li mizgeftan hene.

​​​​​​​Tirkiye bi rêya kampên Filistînê destwerdanê li Lubnanê dike
27 cotmeh, 2020   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk li gel Qeterê yek ji dewletên ku yekser destwerdanê li rewşa siyasî ya Filistînê dike. Her wiha piştevanî û plankirina pêkanîna dabeşkirina Filistînê ya hundirîn kir. Ji parçebûna siyasî û aborî  ya mayînde sûdê werdigire da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.

Niha jî dewleta Tirk hewl dide ji aliyê kampên Filistînê ve derbasî Lubnanê bibe û ji îmzekirina gelek dewletên Ereb a peymana bi Îsraîlê re derfet digire. Çavdêr dibêjin ku dewleta Tirk heta niha tu rewşeke gel li hundirê kampan ava nekiriye. Lê belê, celebeke seferberiyê heye ku tevgera "Hamas" jê re amade dike, ger bixwaze dê wê yekê bike.

 ‘DAMEZRANDINA HEBÛNA ÇÎNAN’

Dewleta Tirk bi rêya xîtabên mizgeftan ji kesên ji Tevgera Hemasê derbasî kampa Eyn Hilwa ya li Seyda ya başûrê Lubnanê ku mezintirîn kampên penaberên Filistînê li Lubnanê ye, bû. Her wiha dewleta Tirk bi rêya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî, civakî û tenduristî ji şêniyên kampê re bi rêya komeleyên gel ên nehikumî û bi rêya saziyên Tirkiyê yên geşkirina navneteweyî "Tîka" derbasî kampê bû. Mezaxtina Tîka ya salane li Lubnanê 15 milyon dolar e. Li gorî serjimaran, Tîka vê mezaxtinê li ser sererastkirina mizgeft, rê û nexweşxaneyan xerc dike.  Para kampa Seydawî jî ya mezin ji vê lêçûnê heye, ew jî bi rêya kesên bibandor û ne yekser ji çavkaniya Tirkiyê ve, tê xerckirin.

Rojnamegerekî filistînî yê pisporê kar û barên penaberan ku nexwest navê xwe eşkere bike wiha got: "Dewleta Tirk dixwaze hebûna çînan damezrîne yan jî şepêlekî dijberî şepêlên erebî yên dîtir ên li Lubnanê damezrîne. Tîka piştevaniya 12 xîtabvanên li Eyn Hilwa dike û bi rêya mizgeftan alîkariyê belav dike. Her wiha di xîtabên xwe yên roja înê de navê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi bîr tînin. Ji wê zêdetir jî alîgiriya daxuyaniyên Erdogan ên der barê doza Filistînê de dikin. Her wiha helwestên Erdogan erê dikin. Vê dawiyê dema Erdogan Aya Sofya vegerand mizgeftê, xîtabvanan alîgiriya Erdogan kir û got, ev yek 'vekirineke mezin e'.  Lê ev mizgeft berovajî mizgeftên din in ên ku êrişî Erdogan dikin an jî navê wî bi bîr naynin. Li aliyekî din jî ev xîtabvan bûyera keştiya Marmara ya Tirkiyê ku dorpêça li ser Xezayê ya beriya 7 salan vekiriye û di encamê de 9 tirk mirin, fînanse dikin."

 ‘COŞBÛNA JI BO DEWLETA TIRK’

Şêxek ji xîtabvanên girîngtirîn mizgeftên li Eyn Hilwa ku nexwest navê wî eşkere bibe li ser bandora di mizgeftan de axivî. Şêx piştrast kir ku li Eyn Hilwa 17 mizgeft hene, jê 10 sereke ne, ya herî biçûk têra 500 kesan dike, her wiha 7 jî şaxî ne. Ew mizgeft di nava 10 xîtabvanan de dabeşkirî ne. Ew xîtabvan jî ji Fetih, Hemas, Cîhad Îslamî û hêzên Îslamî yên dîtir in, jê wan jî Esebet Ensarullah û Tevgera Îslamî El-Mucahîde.

Şêx destnîşan kir ku coşa ji dewleta Tirk re li gel Hemasiyan heye. Mizgefta sereke ya li Eyn Hilwa ya bi navê Xalid Bin El-Welîd a wan e û gelek xîtabvan bi rê ve dibin. Ligel wê jî gelek xîtabvanên ji Hemasê li 3 mizgeftên şaxî xîtabê didin. Ev şêx û serokên komeleyan serdana balyozxaneya Tirkiyê ya li Lubnanê dikin û diçin Tirkiyê jî.

 HEMAS PIŞTRAST DIKE…

Tevgera Hemasê ya li Lubnanê belavkirina alîkariyên dewleta Tirk li kampên Filistînê înkar nake û idîa dike ku hikumeta Tirk a bi serkêşiya serokkomarê wê Recep Teyyîp Erdogan piştevaniya doz û gelê Filistînê dike.

Tevgerê destnîşan kir ku hevdîtina dawîn a li Stenbolê ya di navbera Hemas û Fetihê û daxuyaniya spasiya ji Tirkiyê re, nîşaneya piştevaniya dewleta Tirk ji gelê Filistînê re ye.

Tevgerê li ser bûyera keştiya Marmarayê axivî û got dewleta Tirk, dewleta yakane ye ku ew dikarin pasaporta xwe jê wergirin û bêyî bendan biçin Tirkiyê.

Tevgerê da zanîn ku alîkariyên dewleta Tirk ji gelê Filistinê re, piştevaniya manewî û madî ye. Ew piştevanî jî bi rêya Heyva Sor a Tirkî û hin komeleyên li Tirkiyê pêk tên. Ji alîkariyan jî; xwarin, tenduristî, alavên tibî û erebeyên ambulansê ne.

Hemasê beriya 5 salan karî têkiliyeke xurt bi dewleta Tirk re ava bikira û piştevanî wergirta, mîna rewşa niha ya li hundirê Filistînê. Lê belê Hemas tawanên mezin ên amadebûna tirkî li kampan red dike. Ji ber îdîa dike ku ew mîna tevahî koman naxwaze tu dewletek ji aliyê ewlehiyê derbasî kampê bibe. Da ku pirsgirêk çênebin û bandorê li yekitiya Filistînê neke.

 ‘QEDEXEKIRINA KIŞANDINA KAMPAN BER BI TU ALIYEKÎ VE’

Hewldanên derbasbûna li kampan, ne nû ne. Lê belê ji berê de ji aliyên cihêreng çi herêmî yan jî navneteweyî dibe hene. Da ku kampan ji bo rewşa Lubnanê bi kar bînin. Lê belê di vî warî de cîgirê Fermandarê Ewlehî ya Nîştimanî ya Lubnanê lîwa Munîr Muqdeh wiha dibêje: "Me karî di van rewşên dijwar de kampan dûrî van nakokiyan bihêlin. Helwesta me em destwerdanê li kar û barên hundirîn ên Lubnanê nekin û kamp nebin kaxiz di destê tu aliyekî de... ev biryara filistînî ye û em jî ji bo pêkanînê baldar in."

Muqdeh wiha bi lêv kir: "Fetih nahêle tu komek kampan ber bi tu aliyekî ve bikişîne yan jî têxe nava pirsgirêkên Lubnanê. Silogana me veger, parastina li ser ewlehiya kampan û ewlehiya cîran e."

Der barê pêşwazîkirina alîkariyan de, Muqdeh piştrast kir ku rêjeya bêkariyê li kampan zêdetirî ji sedî 90 e û wiha pê de çû: "Ji ber li Lubnanê aborî û tenduristî dijwar e. Ji lew re her kesê alîkariyan ji gelê Filistînê re bişîne, spas dikin. Lê bi şerta ku ne di nava xwînê de be yan jî bi siyasetê ve neyê girêdan. Têkiliya me çi bi birayên me Hemas an jî komeke din re be, baş e. Lê biryara me, kamp ber bi tu aliyekî ve neyên kişandin. Der heqê vê yekê hevkariyên me bi artêşa Lubnanê re hene, da ku parastina yekitiyê bike û çi tevgerên bigûman hebin, bişopîne."

 ‘LINGÊ TIRKIYÊ DI KAMPAN DE YE’

Endamê her du meclisên nîştimanî û navendî yên Filistînê Heysem Ziêter eşkere kir ku gelek hewldanên hene ku dewleta Tirk cihekê xwe li qada Filistînî çêke. Ji ber doza Filistînê kaxizek e û her kes dixwaze bi dest bixe da ku projeyên xwe pêk bîne. Lê belê filistînî vê yekê baş dizanin.

Têkildarî bandora xîtabvanên mizgeftan jî Ziêtir wiha got: "Xîtabvanên mizgeftan li gelek komên Filistînî belavkirî ne. Her wiha xitbeya înê jî xala girîng e ku tê de ev mijarên hesas ên girêdayî doza Filistînî bi bîr tînin. Ji lew re hin kes bi diruşm û siloganên ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan diavêje, bandor dibin û hin jî dibe ku wêneyan rakin û bişewitînin."

Ziêtir di dawiyê de got hewldana derbasbûna dewleta Tirk li kampan pir dijwar e. Her wiha texmîn nake ev kamp bibin cihekî guncaw ku hebûna Tirkiyê hembêz bikin. Ew jî ji ber gelek mijaran. Jê jî dûrbûna fikrî bi gelek hêzên Filistînê re û bandora zêde ya aliyên erebî ye.

(fr)

ANHA