Li Şehbayê kêmasiya pirtûkan li pêşiya perwerdeyê dibe asteng

Xwendekarên herêma Efrînê di warê perwerdeyê de gelek zehmetiyan dikişînin, ji wan kêmbûna hejmara pirtûkan û bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê ku nehêlin pirtûk derbasî kantonê bibin.

Li Şehbayê kêmasiya pirtûkan li pêşiya perwerdeyê dibe asteng
Li Şehbayê kêmasiya pirtûkan li pêşiya perwerdeyê dibe asteng
Li Şehbayê kêmasiya pirtûkan li pêşiya perwerdeyê dibe asteng
Li Şehbayê kêmasiya pirtûkan li pêşiya perwerdeyê dibe asteng
Li Şehbayê kêmasiya pirtûkan li pêşiya perwerdeyê dibe asteng
26 cotmeh, 2020   08:09
ŞEHBA – MEYDA HENAN – ALAN REŞÎD

Rêveberiya Xweser a Efrînê û Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe alîkarî û pêwîstiyên perwerdeyê pêşkêşî xwendekaran dikin. Lê xemsariya rêxistinên mirovî ya li hemberî koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê rewşê aloz dike, ya ku vê aloziyê girantir dike bendên kontrolê yên hikumeta Şamê ye ku nahêlin pirtûkên dibistanan derbasî kantona Şehbayê bibin.

Li ser vê mijarê endama rêveber a Peymangeha Amara ya kantona Efrînê Medya Birîm got: "Beriya sala nû ya perwerdeyê dest pê bike, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk kardroyên xwe yên perwerdekirinê ji bo perwerdekirina derdora 15 hezar xwendekaran bi zimanên erebî û kurdî amade kirin."

Medya destnîşan ki kur tevî ku Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê û Heyva Sor a Kurd alîkar û pêwîstiyên perwerdeyê peyda kirin, ji restorekirina dibistanan û kursiyan, lê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk hîna gelek astengiyan dikişînin, ji wan tunebûna pirtûkan, ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye û nahêle dibistan derbasî kantonê bibin."

Meyda got ji ber tunebûna pirtûkan, ji bilî hejmarek kêm a li ber destê xwendekaran gihandina agahiyan ji bo xwendekaran zehmet e.

Meyda di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî, Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û hikumeta Şamê kir ku alîkariyan pêşkêşî xwendekarên koçber bikin, ambargoya li ser herêmê rakin.

Mamosteyê bîrkariyê yê li dibistana Kampa Serdemê Îzet Hebeş jî got: "Em kadroyên perwerdeyê zehmetiyan di gihandina agahiyan ji xwendekaran re dikişînin, ji ber ku pirtûk tune ne, em neçar in ku agahî û têbiniyan li ser depê binîvisînin, lê ev rêbaz jî demeke dirêj dixwaze ku temamkirina materyalên perwerdeyê li gorî dema hatiye diyarkirin zehmet dike. Her wiha li ser xwendekaran jî zehmet dibe ku hemû agahiyan binivîsin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/c1B3rCxniKA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>