Bi boneya salvegera xwepêşendanan li Iraqê, bi hezaran iraqî daketin qadan

Bi boneya salvegera yekemîn a xwepêşandanan bi hezaran iraqî daketin qadên bajarên mezin ên li welat û careke din banga heman daxwazan û hesabxwestina ji kujerên xwepêşandêran kir.

Bi boneya salvegera xwepêşendanan li Iraqê, bi hezaran iraqî daketin qadan
25 cotmeh, 2020   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji saetên şevê ve xwepêşandêr kom bûn û hêzên ewlekariyê jî li naverasta paytextê belav bûn.

Dezgehên çapemeniyê yên herêmî diyar kir ku hêzên ewlekariyê Kolana Ebû Newas heta qada Tehrîr û Kolana Reşîd girtin, her wiha rêya her du pirên Senik û Şuheda jî girtin.

Li hemberî vê yekê Komseriya Bilind a Mafên Mirovan bang li xwepêşandêran kir  ku çalakiyan xwe bi awayekî aştiyane li dar bixin.

Komseriya Bilind a Mafên Mirovan bang li hikumeta Iraqê jî kir ku li xwesetekên rewa yên xwepêşandêran li Iraqê guhdarî bike, yên ku rolek di pêkanîna guhertineke erênî û xurtkirina atmosfera mafên mirovan li Iraqê de dilîzin.

Roja îna derbasbûyî çalakvanên Iraqê ragihand ku ew ji bo salvegera yekemîn a xwepêşandanên ku banga hilweşandina çîna siyasî ya desthilatê kirine, amade ne roja yekşemê dakevin qadan.

Di heman demê de roja înê di civîneke çapemeniyê de avakirina Eniya Teşrîn bi tevlêbûna 21 tevgerên ku nûnertiya xwepêşandêran dikin, hate ragihandin.

(eh)