Li Efganistanê fermandarekî El-Qaîdeyê hate kuştin

Gerînendetiya Ewlekariya Neteweyî ya Efganistanê diyar kir ku hêzên ewlekariyê fermandarekî rêxistina El-Qaîde bi navê Ebû Mihsin El-Misrî kuştiye. Navê Ebû Mihsin di lîsteya terorê ya FBI’yê de bû.

Li Efganistanê fermandarekî El-Qaîdeyê hate kuştin
25 cotmeh, 2020   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora El-Erebiye ragihand ku gerînendetiyê parve kir ku fermandarê ji Misirê ku li gorî texmînan berpirsyarê duyemîn ê rêxistinê ye, li herêma Xeznê di operasyoneke taybet de hatiye kuştin û Nivîsgeha Lêpirsînê ya Federal a Amerîkayê (FBI) têkildarî vê bûyerê nexwest daxuyaniyê bide.

Ebû Mihsin El-Misirî li DYA`yê bi piştgiriya madî û jêderan ji rêxistina terorê re û bi qetilkirina welatiyên Amerîkayê, dihat tawanbarkirin. Li gorî nivîsgehê Ebû Mihsin El-Misirî welatiyekî Misirê ye û navê wî yê rastîn Husam Ebdulraûf e.

Di meha derbasbûyî de wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo ragihandibû ku herî kêm 200 endamên El-Qaîdeyê li Efganistanê hene.

(eh)