​​​​​​​Pedersen gihişt Şamê

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Sûriyê, Geir Pedersen, ji bo gotûbêjkirina awayên jinûve destpêkirina xebata komîteya destûra bingehîn gihişt Şamê.

​​​​​​​Pedersen gihişt Şamê
24 cotmeh, 2020   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora RT, tê payîn ku Pedersen sibe bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Welîd El-Mûelim re hevdîtinê bike.

Pedersen di 29'ê Çileya borî de li Şamê bi El-Mûelim re civandibû. Her du aliyan tekezî li ser girîngiya pêkanîna rêgezên xebata komîteya destprî kiribûn ku biryara xwe ya serbixwe ya Sûrî bêyî destwerdanên derve biparêze.