MPKE'yê ji bo tecrîda li Îmralayê pêngavekê diavêje

Komîteya Herdemî ya Meclisa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) rapora Komîteya Şopandinê ya erê kir. Di raporê de ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê jî madeyek hate bicihkirin.

MPKE'yê ji bo tecrîda li Îmralayê pêngavekê diavêje
23 cotmeh, 2020   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Herdemî ya di 22-23’yê ji bo gotûbêjkirina raporê civiyan, rapora ku êriş û zextên Tirkiye ya li ser muxalefeta sivîl û muxalefeta siyasî kiribû rojeva xwe erê kir. Di raporê de li dijî Azerbeycanê derketin.

Rapor ji aliyê parlementerê Swêdî Thomas Hammarbeg û John Hawell ê Qiraltiya Yekbûyî ve hatibûn amadekirin.

Komîteya Herdemî diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên xwe cihî yên lêpirsîn derbarê wan hene, dîsa parlementer, parlementerên berê, partiyên muxalîf û parêzer di hedefê de ne.

Parlementeran anî ziman ku desthilata Tirkiyeyê tim zextê li rojnamevan, aktivîstên civaka sivîl û komên din dike.

Parlementeran got: “Mixabin rewşa giştî ji 2019’an û vir ve baş nebûye.”

Komîteya Herdemî di biryara xwe de diyar kir ku divê rayedar rêz ji karê saziyên demokratîk, meznahiya hiqûqê û rêzgirtina mafê mirovan a li Tirkiyeyê jî di nav de bigirin û gelek gavên ku bavêjin rêz kirin.

Li gel vê li Tirkiyeyê pesnê ‘sivîlên zindî û civaka siyasî ya girêdayî demokrasiya rastî’ da.

Komîteya Herdemî ‘operasyonên leşkerî’ di nav de têkildarî çalakiyên derve yên Tirkiyeyê ‘fikarên xwe yên cidî’ nîşan da û diyar kir ku bi biryarin vê mijarê di rapora xwe ya bê de bi cih bikin.

Di raporê de ku Komîteya Herdemî erê kir, bi taybet cih da tecrîda li Îmralî. Heyeta Tirk pir hewl da ku vê bendê derxînin, lê tevî hemû hewldanan ev yek pêk nehat.

Di rapora MPKE’yê de anî ziman ku ji îdîayên bibawer ên têkildarî qereqolên polîsan û navendên destgîrkirinê êşkence tên kirin, pir bi fikar in, diyar kir ku divê ‘Rayedarên Tirk bi lezgîn bersiva van îdîayan bide.’

Di raporê de ev hate gotin: “MPKE'yê, spasdariyên xwe ji bo rapora yekem a Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkeceyê (CPT) a sala 2017 – 2019’an amadekiribû û Tebaxa 2020’ê eşkere kir anî ziman, bê ku meqamên Tirk tiştek lê zêde bike destûr bide ku rapora CPT’ê ya 2016’an bê eşkerekirin, hemû pêşniyarên CPT’ê yên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmralî ku di serî de birêz  Abdullah Ocalan ku têkiliyên wî ji cîhana derve û girtiyên din hatine qûtkirin, bên pêk anîn.”

Di raporê de bal kişandin ser girtina wekîlên HDP’î û hevşaredarn û dîsa desteserkirina şaredariyan û ev hate gotin: “Meclis di serî de girtina hevşaredarê Qersê, parlementerên berê û endamên HDP’î girtinên dawî şermezar dike.”