Di şerê li Hemayê de 61 leşkerên hikumetê û çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

SOHR’ê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku di şerê 90 saetên dawî yên di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ'ê yên li gundewarê rojhilatê Hemayê de 61 kes ji her du aliyan de hatin kuştin.

Di şerê li Hemayê de 61 leşkerên hikumetê û çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
23 cotmeh, 2020   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku li eniyên Rehcan, Şakoşiyê, Aseriya û û eniyên din ên gundewarê rojhilatê Hemayê de şerên giran di navbera çeteyên DAIŞ û hêzên hikumeta Şamê de rû didin.

SOHR got, çeteyên DAIŞ'ê tevî êrişên hawayî yên Rûsya û hikumeta Şamê, ji beriya kêmî 4 rojan êrişên xwe dewam dike û dest danî ser gelek baregehên leşkerî û alav û cebilxaneyên hêzên hikumetê yên li gundewarê Aseriya.

Li gorî heman çavkaniyê, di şerê 90 saetên dawî de, hejmara kuştiyên hêzên hikumeta Şamê gihaşt 39'an û hejmara kuştiyên çeteyên DAIŞ'ê jî bû 22. Her wiha diyar kir ku ji ber birînên xeter dibe hejmara kuştiyan zêde bibe.

Ji dîroka 24'ê Adara sala 2014'an heta roja me ya îroyîn, 887 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê yên, di nav de bi kêmanî 2 Rûs, 140 komên ser bi Îranê ve hatin kuştin.

SOHR, destnîşan kir ku di wê demê de 4 sivîl li zeviyên gazê, 11 şivan û jinek hatin kuştin. Her wiha 482 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.