Firokeyeke bombebarkirî ku ber bi Erebistana Siûdî ve hatibû avêtin, hate bêbandorkirin

Koalîsyona Erebî ragihand ku firokeyeke bombebarkirî ya ku koma Ensarullah a Hûsiyan ber bi Erebistana Siûdî ve avêtiye, xistiye xwarê.

Firokeyeke bombebarkirî ku ber bi Erebistana Siûdî ve hatibû avêtin, hate bêbandorkirin
23 cotmeh, 2020   12:54
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hêzên Koalîsyona Erebî general Turkî El-Malkî got hêzên koalîsyonê firokeyeke bombebarkirî ya ku koma Ensarullah a Hûsiyan ber bi jîngeha li herêma başûr ve avêtibû, xiste xwarê.

Yekşema borî Koalîsyona Erebî ku piştgiriya hikumeta serok Ebid Rebe Mensûr Hadî ya Yemenê dike, ragihand ku komên Hûsiyan ji Sanayê moşekek avêt û li Sadayê ket.

Koalîsyonê piştrast kir ku koma Ensarullah a Hûsiyan moşekeke balîstîk ji nava jîngehan li Sanayê avêtiye.

Koalîsyona Erebî di rojên borî de jî eşkere kiribû ku wê moşekek balîstîk ku ji hêla koma Ensarullah a Hûsiyan ve dihat amadekirin ji bo ku biavêjin Erebistana Siûdî, bê bandor kiriye.

(şx)

ANHA