Herikîna çem û kaniyan damarên jiyanê li gundewarên Tirbespiyê vejandin

Herikîna ava çem û kaniyên herêmê ji nû ve bedewbûna jiyanê li gundên herêma Cereh a bakurê navçeya Tirbespiyê vejand. Ji ber ku bi salane ziwabûn li herêmê heye. Ew jî ji ber kêmbarîna baranê û sûcên dewleta Tirk ên qutkirina avê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Herikîna çem û kaniyan damarên jiyanê li gundewarên Tirbespiyê vejandin
22 cotmeh, 2020   06:51
QAMIŞLO-RÊNAS RAMO

Bi salan şêniyên herêma Cizîrê sûdê ji ava çem û kaniyên li herêmên wan ji bo dar û sebzeyan werdigirin û dibe qûta jiyanê. Piranî ava çeman ji çiyayên Bakurê Kurdistanê diherike. Dewleta Tirk sûcên qutkirina avê, avakirina bendavan û kolandina bîran pêk tîne. Bi wê re jî bandorekê li ava binerd kir.

Dewleta Tirk ev sûc û siyaset beriya çend salan di demeke kêmbarîna baran û ziwabûna herêmê dest pê kir. Bi wê re kanî û çem ziwa bûn. Cotkaran nikarî zeviyên xwe av bidin. Dar û ber hişk bûn.

Di 2 salên borî de, li herêmên Cizîrê pêleke barana gur çêbû. Di encamê de gelek çem û kanî careke din piştî bilindbûna rêjeya ava sererd, herikîn.

Li Tirbespiyê gelek çemên sereke hene, jê çemê Cereh ê ku di gundên Kêl Hesnak, Kerdîm, Al Reşa û Otlece re derbas dibe û dikeve bendava Mizkeftê. Ev jî çavkaniya sereke ji bandav û çemê Meşûq re ye. Her wiha kaniyên li gundê Babsî diherike ser Bendava Meşûq, ji wê zêdetirî jî çemê Dêrna Qelnga, Biwêra û Dogerka.

Ev çem damarên jiyanê yên gundên derdora xwe ye û bi wê re jî ji nû ve şêniyên van gundan sûd ji dît, ji çandina darên biberhem û sebzeyan.

Li aliyekî din jî gelek masîvan berê xwe didin çeman ku jê masiyan bigirin. Ji ber ava çeman paqij e û piranî ji kaniyan diherike.

Ji ber hîn pêdiviya van çeman bi paqijkirina giştî heye, lewma sûdewarî hê negihaştiye asta guncaw.

(fr)

ANHA