Rojnameyên erebî: Li herêmên hikumeta Şamê alozî giran dibe

Rojnameyên erebî yên îro der barê aloziya nan û sotemeniyê li Şamê de nivîsîn, her wiha rewşa li Lîbyayê û geşedanên li Lubnanê jî di rojevê de bûn.

Rojnameyên erebî: Li herêmên hikumeta Şamê alozî giran dibe
21 cotmeh, 2020   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI ŞAMÊ ALOZIYA NAN Û SOTEMENIYÊ KÛR DIBE’

Der barê mijarê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Piştî ku aloziya kêmbûna nan û sotemeniyê giran bû, hikumetê buhayê sotemeniyê li herêmên desthilata xwe zêde kirin, ev cara duyem e di nava mehekê de ku buhayên sotemeniyê zêde dike. Lê çavdêr dibêjin ku `Şam ji ber ku hevkarên wê, alîkariya wê nakin pir bêzar e` hin çavdêr pirsa helwesta Rûya û Îranê dikin.

Di vê hefteyê de kombûna li pêşiya firinên hikumetê pir zêde bûye da ku welatî karibin ji xwe re nan peyda bikin.

Wezareta Bazirganiyê roja duşemê buhayê mazotê kire 650 lîre, ku berê 296 lîre bû, her wiha buhayê benzînê jî bû 1050 lîre. Ji meha Cotmehê ve ev cara duyem e ku buhayê sotemeniyê bilind dibe.”

‘TIRKIYE HEWL DIDE ÇARESERIYA LÎBYAYÊ TÊK BIBE’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Rejîma Tirkiyê careke din dest pê kir û komên çeteyan bi rê dike rojavayê Lîbyayê, ev diyar dike ku rejîma Tirkiyê dixwaze agirê şerekî nû li welatê bakurê Afrîkayê gur bike. Artêşa Lîbyayê diyar kir ku plan êrişa li dijî hêzên wan ên parzêgeha Cefrayê tê amadekirin, ji wir jî dê berê xwe bidin çavkaniyên petrolê.”

Çavdêr dibêjin ku şandina pêleke nû ya çeteyan bo Lîbyayê, hewldaneke nû ye ji aliyê milîsan ve ku ji xwe re li hinceta şerekî digerin da ku pêvajoya diyaloga siyasî, leşkerî û makezagonê têk biçe ku vê dawiyê ew diyalog li Fas, Misir, Malta û Cinêvê pêk hatin. Li ser erdê hin nîşan hene ku rejîma Tirkiyê dixwaze ku alozî dewam bike da ku desthilata xwe li vî welatî dewam bike, dest deyne ser dewlemendiyê wî da ku planên xwe li bakurê Afrîkayê pêk bîne.”

`JI BO LUBNANÊ ROJÊN GIRÎNG"

Der barê geşedanên Lubnanê de rojnameya El-Exbar nivîsî: "Civînên şêwirdariyê dê di demên xwe de pêk bên`, vê gotinê rê lipêşiya galegalan girt, piştî ku buroya serokatiya komarê ragihandibû ku serok Mîşel Ewn dê ji welatiyan re biaxive. Ewn dê behsa paşxistinê neke, lê wê demeke hinekî dûr destnîşan bike û wê tiştan bi nav bike, lewma dibe ku ev yek bibe sedema arîşeyeke siyasî ya nû li welêt.”

Rojnameya El-Nehar jî nivîsî: "Rojek maye ku civîna duyem ya şêwirdariya parlemanê pêk bê, da ku navê serokê erkdar destnîşan bikin, lewma xuya ye ku di saatên nêz de tu guherînên balkêş pêk nayên.”