Belgefîlmê "Êrişên li ser Rojava" cara yekemîn li Til Hemîs hate pêşandan

Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê belgefîlmê"Êrişên li ser Rojava" cara yekemîn li Navenda Çandî ya navçeya Til Hemîsê hate pêşendan.

Belgefîlmê "Êrişên li ser Rojava" cara yekemîn li Til Hemîs hate pêşandan
Belgefîlmê "Êrişên li ser Rojava" cara yekemîn li Til Hemîs hate pêşandan
Belgefîlmê "Êrişên li ser Rojava" cara yekemîn li Til Hemîs hate pêşandan
Belgefîlmê "Êrişên li ser Rojava" cara yekemîn li Til Hemîs hate pêşandan
20 cotmeh, 2020   13:17
QAMIŞLO

Belgefîlmê "Êrişên li ser Rojava" yê rojnamevan Badirxan Mihemed û sê rojnamevanên ku di televîzyona Polonyayê de dixebitin Konrad Zakorsky, Vetold Repetovijs û Syarhai Markik ne. Dîmenên fîlmê dîmenên rastîn bûn, lîstokvanên wê jî deteyên ku li Serêkaniyê û Girê Spî di êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de rû dane,  şopandin bûn.

Rojnemevan Bedirxan Mihemed diyar kir ku fîlm nêzî rastiyê ye, behsa şerê li dijî Rojava dike û ji hêla telefizyona Polonyayê ve hatiye amadekirin.

Bedirxan diyar kir ku hemû tiştê di fîlmê de behsa bûyerên ku li Serêkaniyê û Girê Spî rû dane, dike. Fîlm di 9'ê Cotmehê de sala 2019'an de hatiye kişandin, gelek çîrok, roman û êşên sivîlên herêmên sînor ên li Bakur û Rojhilata Sûriyê vedibêje.

Tê payîn ku belgefîlm li bajar û navçeyên herêma Cizîrê di rojên pêş de were pêşendan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gxDF-7s-aIc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>