​​​​​​​Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo ku muwekilî xwe bibînin, dîsa serî li dozgeriyê da.

​​​​​​​Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
20 cotmeh, 2020   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan; Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo ku sibê muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursaya ya dewleta Tirk da.

Bi hinceta ‘Nexşerê’ ya ku rêber Abdullah Ocalan li parêznameyên xwe yên ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê zêde kiribû, 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtinê bi parêzeran re lê hatibû birîn.