Rojnameyên erebî: Tevgera Amarîkayê di navbera Şamê û Beyrûtê de

Rojnameyên erebî yên îro der barê hevdîtinên di navbera Şam û rêvebiriya Trump de, her wiha aloziya rojhilatê Deryaya Spî û aloziya Lubnanê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Tevgera Amarîkayê di navbera Şamê û Beyrûtê de
20 cotmeh, 2020   07:04
NAVENDA NÛÇEYAN

`TEVGERA AMARÎKAYÊ DI NAVBERA ŞAMÊ Û BEYRÛTÊ DE`

Rojnameya El- Ereb der barê hevdîtinên di navebra rêveberiya Trump û hikumeta Şamê de nivîsî: “Rayedarên Amerîkayê piştrast kir ku rayedarên ji rêveberiya serok Donald Trump demekê beriya niha ji vê salê, serdana Şamê kiriye, hewl didin ku du Amerîkiyên ku tê gumankirin ji aliyên hikumeta serok Beşar El-Esed ve hatine destgîrkirin, bêne berdan.”

Di heman demê de hate gotin ku rêveberê ewlehiya giştî yê Lubnanê Ebas Ibrahîm li ser vexwendineke fermî serdana Washingtonê kir û bi rayedarên ewlehiyê re civiya, tê gumankirin ku armanca vê serdanê ew e ku daxwazên rejîma Sûriyê beramberî berdana girtiyên Amerîkayê ji Washingtonê re bibêje.”

Berpirsê Amerîkayê ku nexwest navê xwe bibêje, got Cash Batle cîgirê yek ji alîkarên serok Donald Trump ku berpirsê herî bilind ê têkoşîna li dijî terorê ye li Koşka Spî, wî serdana Şamê kiriye, meha Tebaxa derbasbûyî.”

‘YEWNANISTAN XWE AMADE DIKE KU LI DIJÎ RAGEŞIYA TIRKIYÊ RABE’

Rojnameya El-Beyan nivîsî: “Duh artêşa Yewnanistanê asta amadebaşiya artêşê bilind kir li Deryaya Spî, da ku li dijî rageşiya Tirkiyê rabe. Çapemeniya Yewnanistanê got Atîna ji hêla dîplomasî û leşkerî de jî xwe ji bo aloziyeke demdirêj ya Deryaya Egeyê û rojhilatê Deryaya Spî, amade dike. Di vê navberê de dê sibê li Nîkosyayê civîna Misir, Yewnanistan û Qibrisê bê lidarxistin.”

'DENGÊ DAHOLÊN ŞER LI HERÊMÊ KÊM BÛ'

Rojnameya El-Nehar wiha nivîsî: “Beriya çend rojan hevdîtinên danasîna sînoran di navbera Lubnan û Îsraîlê de pêk beriya çend rojan dest pê kirin, li Yemenê jî piştî diyalogan hezar kes hatin berdan, li Iraqê geşedan li gorî berjewendiya Mistefa Kazimî pêk hatin. Li ser van geşedanên dîplomasiyê dikarin bibêjin ku êdî dê di navbera Amerîka û Îranê de tu şer neqewime, bi taybet piştî ku Îmarat û Behreyn jî têkilî bi Îsraîlê re normal kirin, lewma êdî şerê Îran û Îsraîlê jî nema.”

'RÊ LI PÊŞIYA EL-HERÎRÎ VEKIRÎ YE'

Rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: “Roja pêncşemê dê civînên şêwirdariyê yên parlemana Lubnanê dest pê bikin da ku serokê Lubnanê Mîşel Ewn navê serokê erkdar ê dê hikumetê ava bike, destnîşan bike. Li gorî geşedanan tê payîn ku rêya serokê berê yê hikumetê Seed El-Herîrî vekirî û ewle be da ku vegere  ser erka xwe ya berê.”