Pompeo û Ewn têkildarî dan û standinên Lubnan û Îsraîlê axivîn

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo bi rêya telefonê bi serokê Lubnanê Mîşel Ewn re axivî û kêfxweşiya xwe bi destpêkirina dan û standinên di navbera Lubnan û Îsraîlê de girêdayî sînorên deryayî, rave kir.

Pompeo û Ewn têkildarî dan û standinên Lubnan û Îsraîlê axivîn
20 cotmeh, 2020   08:37
BEYRÛT

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) têkildarî axaftina Pompeo bi Ewn re, Pompeo salvegera yekemîn a xwepêşendanên 17`ê Cotmehê bi bîr anî û destnîşan kir ku DYA hêvî dike ku hikumeteke Lubnanê ku dikare guhertinan çêke, bi şêwazekê ku derfetên aborî zêde bike û rê li pêşiya gendeliyê bigire, were avakirin.

Pompeo, Ewn agahdar kir ku welatê wî alîkarî ji bo ji nû ve avakirina taxên ku di encama teqîna li bendera Beyrûtê di 4`ê Tebaxê de zirar dîtine, şandiye.

Ewn spasiya Pompeo ji ber navbeynkariya DYA`yê ji bo hêsankirina dan û standinan kir û piştrast kir ku Lubnan bi israr e ku maf û serdestiya xwe çi li bejahî yan jî deryayê, biparêze.

 (şx)