Şandeya Siwêdî peyamê welatê xwe gihand QSD’ê

Şandeya ji Wezareta Karên Derve ya Siwêdê peyama wezîra Karên Derve ya Siwêdê gihand QSD’ê. Ji Fermandarên YPJ'ê Newroz Ehmed hewldanên hikumeta Siwêdê ya piştevaniya herêmê li ser astên siyasî, leşkerî û mirovî spas kir.

Şandeya Siwêdî peyamê welatê xwe gihand QSD’ê
19 cotmeh, 2020   16:13
HESEKÊ

Nûnerên ji Wezareta Karên Derve ya Siwêdê gerên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin û bi saziyên Rêveberiya Xweser û leşkerî re dicive. Îro jî şandeya Siwêdê li navenda fermandariyê ya Hesekê bi Fermandariya Giştî ya QSD’ê re rûnişt.

Şemiya borî şandeya Siwêdê di dergeha Sêmalkayê re gihaşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Şande ji serokê şandeyê û  nûnerê Wezareta Karên Derve ya Siwêdê taybet bi dosyaya Sûriyê ye Per Ornius, berpirsê dosyaya mirovî û alîkariyan ê Wezareta Karên Derve ya Siwêdê Thomas Marcus û şêwirmenda Enstîtuya Aştiyê ya Ewropa Evîn Çetin pêk dihat.

Şandeyê di roja sêyemîn a gera xwe de piştî civîna bi Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi Fermandariya Giştî ya QSD’ê re rûnişt. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Fermandariya YPJ’ê Newroz Ehemd, berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah, berpirsê Têkiliyên QSD’ê Rêdûr Xelîl û hejmarek ji fermandarên meclisa fermandariya QSD’ê şande pêşwaz kir.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî pêşwaziya şandeyê kir. Serokê şandeyê û nûnerê taybet ê dosyaya Sûriyê li Wezareta Karên Derve ya Siwêdê Per Ornius destnîşan kir ku ev şande piştî hevdîtina dawîn a Wezîra Karên Derve ya Siwêdê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê re pêk hat. Her wiha ji bo daxwaza wê ya gihandina peyama berdewama hevkarî û piştevaniya Siwêdê bi herêmê jî ev serdan çêbû.

Ornius wiha got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji serdana borî ya 2019’an hatiye guhartin. Ji ber hin herêmên ku min serdana wan kiribûn, îro di bin serweriya Tirkiyê de ne, ev jî mijareke xemgînî û mixabinî ye."

Fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed der barê civînê de ji ANHA'yê re axivî û wiha got: "Me di civînê de li ser berdewamkirina têkiliyên her du aliyan heta têkbirina şaneyên DAIŞ’ê û parastina civaka navneteweyî ji xeteriya van çeteyan re axivî."

Newroz Ehmed wiha domand: "Me her du aliyan li ser rêbazên piştevaniya herêmê ji aliyên siyasî û leşkerî nîqaş kir. Her wiha li ser rêbazên pêkanîna çareseriyan ji çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên QSD’ê de û malbatên wan ên di kampên Rêveberiya Xweser de jî axivî. Li ser çawaniya avakirina têkiliyên stratejîk ên dikevin xizmeta herêmê hatin nîqaşkirin. Li gel wê jî me behsa rewşa herêmê, diyaloga di navbera Kurd bi xwe de û diyaloga Kurd bi tevahî pêkhateyên dîtir re jî, kir."

Newroz Ehmed wiha bi dawî kir: "Em spasiya hikumeta Siwêdê li ser helwesta wê ya li hember herêmê û piştevaniya wê ya bênavber ji aliyên leşkerî û mirovî ve, helwesta wê ya siyasî ya li dijî dewleta Tirk a dagirker li herêmê, hewldanên wê yên alîkariyê bi tevahî şêweyan, dikin. Her wiha di axaftina şandeyê de xwesteka hikumeta Siwêdê ya pêşkêşkirina zêde ya piştevaniya hat eşkerekirin."

Li gorî berpirsê komîteya protokola bi şandeya Siwêdê re, tê payîn ku nûnerên Wezareta Karên Derve ya Siwêdê îşev civînekê bi Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurd re li dar bixin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/_wYueAh70tk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>