Rojnameyên Erebî: Dewleta Tirk xaleke çavdêriyê li "herêmên bêçek" vala dike

Rojnameyên Erebî yên îro der barê geşedanên li "herêmên bêçek", her wiha şerê li Qerebaxê û aloziya Lubnanê nivîsîn.

Rojnameyên Erebî: Dewleta Tirk xaleke çavdêriyê li "herêmên bêçek" vala dike
19 cotmeh, 2020   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

DAGIRKERIYA TIRKIYÊ XALA LEŞKERÎ YA MORK VALA DIKE

Der barê mijarê rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: "Duh li xala çavêdriyê ya 9`an a dewleta Tirk  li bajarê Mork ê parêzgeha Hemayê ya Sûriyê, tevgereke ne asayî hebû, hat dîtin ku hin maşînên veguheztina leşkeran derbasî bajarê Mork yê bakur rojavayê Sûriyê bûn.

Rojnameyê nivîsî "Hêzên Tirkiyê yê li xala Mork ku di bin desthilata hêzên rejîmê de ye, alavên xwe vekirin, amadekariyên vekişînê dikin, ku ev xala çavdêriyê ya herî mezin e li gundewarên Hemayê yê bakur, ku ev nêzî du sal û 4 mehan e hatiye avakirin".

Çavkaniyan ragihandin ku dibe hêzên Tirkiyê di nava 24 saetan de ji vê xalê vekişin, eger tiştekî awarte li se erdê çênebe.

'BUHAYÊ WÊ ÇIQAS GIRAN BE JÎ TIRIYÊ HER ŞEV HILDIBJÊRE'

Der barê şerê li Qerebaxê rojnameya El-Ereb nivîsî: "Yên ku geşedanên navdewletî dişopînin, dibînin ku Tirkiyê her dixwaze têkeve şerekî, çiqa buhayê wê giran be jî, ji bo ku ji xwe re hevkaran peyda bike ku pişta wê bigirin di pevçûn û arîşeyên Tirkiyê li gel hevalbendê wê nêzî jî di nava NATO`yê de, her wiha bi dewletên cîran re".

Erdogan baş dizane gurkirina aloziyê dê bihêle ku ew hevsengiya xwe winda bike û li ser wî giran be, ew ji pir aliyan de dorpêçkirî ye, ji ber ku wî li pir cihan li hember xwe enî vekirine. Her wiha Erdogan her dixwaze tewanbariya bavêje ser hevalbendên xwe, dibe ku niha Rûsya nêzîkî wî ye, lê ewê ta demekê wiha be".

'ALOZIYA LUBNANÊ KÛR DIBE'

Der barê rewşa Lubnanê rojnameya El-Nehar nivîsî: "ji bilî helwesta nivîsgeha siyasî yan "şepêla netewî ya  azad" ku dijberî erkdarkirina Saad El-Herîrî ya ji avakirina hikûmetê ye. Tu helwestên nû der barê dosyaya hikûmetê derneketin.

Her wiha rojnameyê nivîsî "Mebesta vê helwestê çiye, serokê şepêlê Cibran Basîl rê li pêşiya dengên dijberî helwesta wî bibire, ji xwe deng zêde bûne, lewma tê payin ku ev pergal qels bibe".