Bandora aloziya Sûriyê li rewşa jinan di panelê de hate nîqaşkirin

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh panelek bi navê "Bandora aloziyê li rewşa perwerdeyî, fikrî û civakî ya jinên Sûriyê" li dar xist.

Bandora aloziya Sûriyê li rewşa jinan di panelê de hate nîqaşkirin
18 cotmeh, 2020   16:12
QAMIŞLO

Bi armanca nîqaşkirina rewşa jinên Sûriyê û bandoriya aloziyê li rewşa wan, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzepanel ji jinên Sûrî re li dar xist.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh panelek bi navê "Bandora aloziyê li rewşa perwerdeyî, fikrî û civakî ya jinên Sûriyê" li dar xist.

Endama Komîteya Koordîneyê ya Weqfeya Jinên Sûrî Ula Cinêd û endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Foza Ebdî beşdarî panelê bûn. Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Hesaf panel bi rêve bir.

Têkildarî mijarên ku di panelê de hatin nîqaşkirin, endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Îbrahîm Hisên ji ANHA'yê re axivî, Jiyan destnîşan kir ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê û pêkanîna rêgeza dûrketina ji hev, ew panelan bi rêya înternêtê pêk tînin.

Jiyan Hisên diyar kir ku aloziya Sûriyê di sala xwe ya 10'an de ye, heta niha tu nîşaneyên çareserkirinê nexuyane, gelek bandorên aloziyê li jinên Sûriyê hene, ji ber vê yekê ev sernav ji bo panelê hate hilbijaritn.

BANDORÊN ŞERÊ SÛRIYÊ LI JINAN

Jiyan Hisên destnîşan kir ku beşdarên panelê îşaret pê kirin ku di salên şoreşê de ziyanek mezin gihişt Sûriyê, jin û zarokan para herî mezin ji azaran giştin û wiha domand: "Beşdaran bal kişandin ser tundî, zordestî û qetilkirina jinan. Her wiha destnîşan kirin ku salên beriya 2011'an heta astekê herêmên Sûriyê ewle bûn, lê niha şênî ji ber zêdebûna sûcan, koçberî, guhertina demografîk û derbasbûna kesên biyanî bi fikra in. "

BANDORA ALOZIYÊ LI REWŞA PERWERDEYÊ

Jiyan Hisên diyar kir ku mijara bandora aloziyê li rewşa perwerdeyê jî hate nîqaşkirin û wiha domand: "Di panelan de hate gotin ku di 10 salên dawî yên aloziyê de, rewşa perwerdeyê paş ket, ji ber koçberî, nearamî, veguhertina dibistanan bi baregehên leşkerî xwendekar ji perwerdeyê mehrûm man. Her wiha destnîşan kirin ku zêdeyî 4 hezar dibistan li Sûriyê rastî êrişan hatin û xizmet li dibistanên din nînin, heger rewş wiha be wê malbat çawa di nava mercên zemet de zarokên xwe bişînin dibistanan?"

BANDORA URF Û ADET LI JINAN

Jiyan Hisên di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku di panelê de mijara urf û adetên civakê yên li ser jinan, bi taybet zewicandina zarokan hate nîqaşkirin û hate gotin ku rejeyeke mezin a malbtên li Sûriyê nikarin berpirsyartiya keçên xwe rakin ji ber wê wan zû dizewicînin, her wiha hat destnîşankirin ku radeya zewicandina zarokan li Sûriyê beriya aloziyê heye, lê bi aloziyê re  ji ber şer û xizaniyê zêdetir bû.

AZARÊN JINÊN DI KAMPAN DE

Li gorî Jiyan Îbrahîm Hisên, beşdaran eşkere kirin ku mercên şer koçberî û jiyana li kampan ferz kir û wiha pê de çû: "Di nîqaşên beşdaran de hate gotin ku gelek sermiyanên malbatan ji bo kar malbata xwe hiştin, ji ber vê bare xwedîkirina malbatê giştî li ser milê jinan ma û jiyana di kampa de azarên jinan zêde kir. Her wiha mijara revandin û tecawizkirina jinan û tundiya li ser wan hatin nîqaşkirin."

Jiyan got: "Beşdaran  teqez kirin ku bêyî çareseriya aştiyane ji aloziyê Sûriyê re wê azarên jinên Sûriyê bi dawî nebe."

DESTKEFTIYÊN JINAN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Jiyan diyar kir ku mijara serkeftinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji panelê de hatin nîqaşkirin û got: "Me di panelê de diyar kir ku dema jinan serkeftinan li cihekê bi dest dixin dibe mîraseyek ji hemû jinan re. Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dikarin xwe bi rêxistin bikin û hebûna xwe biparêzin. Di hemû saziyan de cihê xwe girtin û hewl didin beşdarî danîna destûra bingehîn a Sûriyê bidin."

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/sn-B-mWyQ4E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>