Malbatên şehîdan: Em ê heta azadkirina rêber Ocalan têkoşînê dewam bikin

Malbatên şehîdan banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û danîna sînorekî ji êriş û sûcên  artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên herêmê, kirin.

Malbatên şehîdan: Em ê heta azadkirina rêber Ocalan têkoşînê dewam bikin
Malbatên şehîdan: Em ê heta azadkirina rêber Ocalan têkoşînê dewam bikin
Malbatên şehîdan: Em ê heta azadkirina rêber Ocalan têkoşînê dewam bikin
Malbatên şehîdan: Em ê heta azadkirina rêber Ocalan têkoşînê dewam bikin
Malbatên şehîdan: Em ê heta azadkirina rêber Ocalan têkoşînê dewam bikin
18 cotmeh, 2020   12:11
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan bi meşeke girseyî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.

Meş ji yarîgeha Şehîdên 12`ê Adarê ya bajarê Qamişlo dest pê kir û ber bi navenda NY`yî ve dewam kir. Meşvanan wêneyên şehîdên ku di rizgarkirina herêmê û bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne û pankertên bi nivîsên “Heta ku rêbertî azad dibe û herêmên me yên dagirkirî rizgar dibin, em ê li qadan bin”, rakiribûn.

Meşvanan banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û danîna sînorekî ji binpêkirin û sûcên arêtşa Tirk a dagirker û çeteye wê re, kirin.

Meş li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) veguherî mîtîngê. Piştre meclisê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Elî El-Ebawî ve hate xwendin.

Di dauxyaniyê de hat destnîşankirin ku aliyên komplo li dijî rêber Abdullah Ocalan organîze kirin, bawer dikirin ku bi girtina Ocalan dê şoreş bi dawî bibe, lê belê fikrên Ocalan hatine mayîndekirin û bi hêsanî tune nabin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî berdewama komployê ye û armanc jê tunekirina îradeya gel û têkbirina destkeftiyên wan e.

Di  daxuyaniyê de soz hate dayîn ku heta rizgarkirina hemû herêmên Sûriyê yên dagirkirî û azadkirina rêber Abdullah Ocalan, dê li qadan bin.

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan bang li nivîsgehên NY`yî kirin ku li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi berpirsiayrên xwe yên dîrokî rabin û li ser sûcên Tirkiyê hesabê jê bixwazin.

(cx)

ANHA