Ermenistanê, Azerbeycan bi binpêkirina agirbestê tewanbar kir

Ermenistanê, Azerbeycan bi binpêkirina agirbesta mirovî li herêmên Qerebaxê tewanbar kir.

Ermenistanê, Azerbeycan bi binpêkirina agirbestê tewanbar kir
18 cotmeh, 2020   07:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezareta Parastina Ermenistanê Shushan Stepanyan li ser twittera xwe nivîsî û got: "Dijmin moşek avêtin aliyê başûr û bakurê herêmê."

Lê Azerbeycanê, heta niha têkildarî mijarê tu daxuyanî nedane.

Piştî çend saetan ji ragihandina agirbesta mirovî ya di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de, agirbest hate binpêkirin.