Jinên Êzidî: Yên Şengal di rewşên kirêt de hişt, nabe çarenûsa wê diyar bikin

Jinên Êzidî yên kantona Qamişlo diyar kir ku kesên di rewşên dijwar de li kêlek şêniyên Şengalê nesekinîn, niha dixwazin çarenûsa wan diyar bikin û gotin tenê gel dikare çarenûsa xwe diyar bike.

Jinên Êzidî: Yên Şengal di rewşên kirêt de hişt, nabe çarenûsa wê diyar bikin
18 cotmeh, 2020   03:43
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN

Hikumeta Bexda û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku wan der barê rêvebirina Şengalê de li hev kir. Her du aliyan ew lihevkirin bi dîrokî bi nav kir. Xelkê Şengalê bertek nîşanî vê lihevkirinê dan ku nêrîn û daxwazên wan li ber çavan negirtine.

Hejmarek jinên Êzidî yên kantona Qamişlo nerazîbûn nîşanî lihevkirinê da. Endama rêveber a Koordînasyona Kongreya Star Hediye Şemo bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ'ê di 2014’an de êrişeke dijwar birin ser Şengalê, sûcên qetilkirin, firotina jinan û revandina ji zêdetirî 5 hezar jinan pêk anîne. Li kêlek wê jî wêrankirineke giştî li herêmê çêbû. Tevî van sûcan hêzên Iraqê şêniyên Şengalê bi tenê li beramberî hovîtiya DAIŞ’ê hiştin.

Hediya Yûsif bi domdarî got: " Xelkê Şengalê êdî koçber bû, nizane çi bike, çawa li hember rêxistineke terorîst mîna DAIŞ’ê bisekine. Lê HPG’ê, şêniyên Rojavayê Kurdistanê ji YPG û YPJ’ê bi hawara wan ve hat, bi dehan şehîd di oxirkirina parastina şênî û rizgarkirina Şengalê de dan. Piştî rizgarkirinê rêvebirin û parastin radestî gel kir. Yekîniyên Berxwedana Şengal û Yekîneyên Jinên Şengalê, Asayîşa Êzidxanê, rêveberî û saziyên taybet ên ji şêniyên herêmê hatin avakirin."

 ‘DIVÊ LIHEVKIRINÊN JI BO RIZGARKIRINA JINÊN ÊZIDÎ JI DESTÊ DAIŞ’Ê LI DAR BIXIN’

Hediye Şemo destnîşan kir ku her du aliyan di 2014’an de Şengal di nava peçên DAIŞ’ê de hişt. Ne ji mafên wan biryaran bi navê êzidî û Şengalê bidin û wiha domand: "Kesên di rewşên kirêt de li rex civaka Şengalê nesekinînin niha çarenûs û pêşeroja Şengalê diyar dikin. Lê plan û komployan li ser civaka Êzidî dikin. Da ku ew bê hêz û pişt bin. Lihevkirinên wan tenê berdewama komkujî û qirkirina li dijî civaka Êzidî di pêşerojê de ye."

Hediye Şemo da zanîn ku hê jî çarenûsa jinên Êzidî ne diyar e. Pirsa di vir de, gelo ma kes bi çarenûsa van jinan difikire, gelo çima lihevkirinên ji bo rizgarkirinên wan û toldanê li dar nakevin?. Na, hedefa wan bejewendî û vegerandina Şengalê ya beriya 2014’an e."

Hediye Şemo di dawiyê de got divê gel bi xwe çarenûs û pêşeroja xwe diyar bike.

 ‘TENÊ GEL DIKARE ÇARENÛSA XWE DIYAR BIKE’

Li aliyekî din ve jî hevseroka Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm lihevkirin û biryarên krêt ên li dijî êzidiyan şermezar kirin û wiha axivî: "Em Êzidî van lihevkirinên ku li ser hesabê gel pêk tên, şermezar dikin. Birînên me hîna jî nehatine pêçandin. Em 2014’an ji bîr nakin. Lê niha jî piştî gelê Şengalê bingeha xwe ava kir, hikumeta Bexda û herêma Kurdistanê komployan li dijî wê dihûnin."

Leyla Îbrahîm bi dawî kir ku çi biryar bi mafên êzidiyan de pêk bê, divê nêrîna wan tê de hebe. Ji ber ji mafên wan e çarenûs û pêşeroja xwe diyar bikin.

(fr)

ANHA