Şêniyên Helebê: Aştiya li Rojhilata Navîn bi azadiya rêber Ocalan pêkan e

Hejmarek ji şêniyên Helebê gotin bidawîkirina nakokiyên li Rojhilata Navîn bi azadiya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Her wiha diyar kirin ku ewlehiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhema pêkanîna fikrên Ocalan e.

Şêniyên Helebê: Aştiya li Rojhilata Navîn bi azadiya rêber Ocalan pêkan e
18 cotmeh, 2020   06:06
HELEB-MIHEMED EBDO

Şêniyên Helebê derbarê tecrîda ku dewleta Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, axivîn.

Şêniyan tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ji bo pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn banga serbestberdana Ocalan kirin.

Girêdayî mijarê şêniyê bi navê Mihemed Elî tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kir û hêvî kir ku Ocalan azad be.

Elî destnîşan kir ku bidawîkirina nakokî û pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn dê piştî pêkanîna projeya rêber Ocalan a banga biratiya gelan û jiyana hebeş li tevahî herêmên binakok, pêkan be.

Şêniya bi navê Zeyneb Omer behsa gelek gotin û helwestên rêber Ocalan ên di bîreweriya wê de ji 1994’an de mane kir û wiha got: "Rêbertî di wê demê de em agahdar kirin ku dê rojek bê li ser kurdan rahiştina çekê ji bo xweparastinê bê ferzkirin. Ev roj jî hatiye û ha em parastina xwe bi hêz dikin."

Zeyneb Omer di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî û rêxistinên navneteweyî kir ku fişarê li hikumeta Tirkiyê bikin ku rêber Ocalan serbest berde. Ji ber Ocalan sembola aştiyê ye.

Ji aliyekî din ve jî şêniyê bi navê Bengîn Elîko diyar kir ku li gorî herêmên Sûriyê yên dagirkirî û herêmên hikumeta Şamê, li herêmên Rêveberiya Xweser bi saya pêkanîna fikrên rêber Ocalan. ewlehî û aramî heye. 

Elîko bilêv kir ku ciwanên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne ku ûerspektîfên Ocalan pêk bînin. Ji ber baweriya wan bi rêbertî heye ku ew dikare hêviyên gelên bindest pêk bîne.

Elîko hêvî kir ku yekitiya nîştimanî di navbera tevahî aliyan de di demeke nêz de pêk bê û rêber Ocalan azad be.

(fr)

ANHA