Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî

Di raporên Rûsyayê de hate gotin ku ji ber nerihetiya Moskovê ji destwerdanên Tirkiyê yên li başûrê Qafkasyayê dê li Bakurê Sûriyê fişarê li Enqere bike. Li aliyekî din çavdêr diyar dikin ku lihevkirina dawî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de nêzîkatiyeke siyasî ye, ji bo Washingtonê jî diyariya hilbijartinan e. Her wiha nakokiyên di navbera Tirkiyê û Ewropayê de zêde dibin.

Mijarên rojnameyên erebî yên hefteya borî
18 cotmeh, 2020   02:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên hefteya borî behsa nakokiyên Tirkiyê- Rûsyê yên li ser Sûriyê û başûrê Qafkasyayê, lihevkirina dawî ya Bexda û Hewlêrê û aloziya di navbera Tirkiyê û Ewropayê de kirin.

'JI BER TEVGERÊN DEWLETA TIRK LI QEFQASYAYÊ RÛSYA LI BAKURÊ SÛRIYÊ ZEXTÊ LI DEWLETA TIRK DIKE'

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Rewşa li herêma başûrê Qefqasyayê, êdî bandorê li Sûriyê û nexasim li “herêma bêçek" a Idlibê dike. Balkêş bû ku duh wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov di nirxandina tevgera dewleta Tirk li her du herêman de, bi hev ve girê dan.”

Rojnameyê wiha domand: "Li gorî raporên li Moskovê, Rûsya ji ber veguhastina çekdaran ji Sûriyê ber bi herêmên başûrê Qefqasyayê, fikarên wê zêde dibin. Her wiha ji ber israra dewleta Tirk li ser çareseriya leşkerî li Qerebaxê, dibe ku Moskov bi rêya gurkirina şerekî muhtemel li Idlibê, zextê bi awayekî yekser li Enqereyê bike. "

Di heman demê de Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyê ji ber bikaranîna çekên kîmyewî li Idlibê hişyarî da."

‘LIHEVHATINÊN BEXDA Û HEWLÊRÊ NÊZÎKATIYEKE SIYASÎ YE, JI BO WASHINGTONÊ JÎ DIYARIYA HILBIJARTINAN E’

Der barê rewşa li Iraqê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Li Iraqê nîşanên pêvajoyeke nû ya têkiliyên di navbera hikumeta federal û desthilata herêma Kurdistana Iraqê de xuya dikin. Ev pêvajo ne wekî pêvajoya arîşeyê ya salên derbasbûyî ye. Ji ber ku di navbera her du aliyan de pir dosyayên aloz hene, bi taybet dosyaya diravî, ewlehiyê û desthilata li hin herêman.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Başbûna têkiliyên di navbera her du aliyan de, xuya dike ku dê hevbendiyeke siyasî ya nû bê avakirin, dê di gelek mijaran de bi bandor be, bi taybet di mijara hilbijartinên pêşwext de ku tê payîn nîvê sala bê li dar bikevin.”

'TIRKIYE LI HEMBERÎ DAXWAZÊN NAVETEWEYÎ DISEKINE'

Têkildarî tevgerên dewleta Tirk li herêmê, rojnameya El-Beyan got: "Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ragihand ku welatê wî, wê xebatên vekolîna enerjiyê li rojhilatê Deryaya Spî careke din bide destpêkirin. Ev yek jî wekî sekinandina li hemberî hemû daxwazên navneteweyî ku bang li Enqereyê dikin ku xebatên vekolînê li rojhilatê Deryaya Spî bidin rawestandin.”

‘TEVÎ ARÎŞEYA HUNDIRÎN LUBNAN DÊ ÎRO DEST BI HEVDÎTINÊN BI ÎSRAÎLÊ RE BIKE’

Der barê mijarê de rojnameya El-Hehar nivîsî: "Şandeya ku dê ji bo danasîna sînoran di navbera Lubnan û Îsraîlê de, dê îro civîna xwe ya yekemîn li dar bixe. Der barê mijarê de serokatiya Tevgera Emel û ya Hizbullahê bi daxuyaniyekê diyar kir ku "li gorî çarçoveya ku serok Nebîh Berî daniye ji bo mijara danasîna sînoran, pêwîst e hevdîtin li gorî lihevhatina Nîsanê ya sala 1992`yan pêk bên, li gorî wê pêwîst e civîn di navbera fermandarên leşkerî de pêk bê, lewma avakirina Şandeya Lubnanê ya niha ku kesên sivîl jî di nav de ne, ne li gorî lihevhatina Nîsanê ye.”

‘OPOZÎSYONA TIRKIYÊ: REJÎMA ERDOGAN JI HUNDIR VE HILDIWEŞE’

Der barê rewşa Tirkiyê de rojnameya Ukaz nivîsî: "Endamê meclisa millî ya mafên mirovan, parêzer Muxtar Nûd, diyar kir êrişên bênavber ku opozîsyona Tirkiyê li serokê rejîmê Recep Erdogan pêk tîne, ku wî bi binpêkirina zagonan û têkbirina demokrasiyê tawanbar dike, nîşanên pir diyar in ku ew ji hundir de têk diçe.''

Nûd ji rojnameya Ukaz re got "Rewş gihaştiye wê astê ku pêwîst e daxwaza hilbijartinên parlemanê yên pêşwext bêne kirin, ev jî tê wateya ku mêrik êdî dê li ber bayê here, piştî ku 15 salan li ser desthilatdariyê ma, di van salan de rewşa jiyanî yan Tirkan aloz kir û welat ber bi arîşeyeke aborî ve bir.”