Ermenistan û Azerbaycanê li ser agirbesta mirovî li hev kir

Ermenistanê ragihand ku bi Azerbaycanê re gihiştine lihevkirina agirbesta mirovî.

Ermenistan û Azerbaycanê li ser agirbesta mirovî li hev kir
17 cotmeh, 2020   19:47
NAVEDNA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Ermenistanê di daxuyaniyê de ragihand: "Komara Ermenistanê û Komara Azerbaycanê li ser agirbesteke mirovî li hev kirin, ku 18'ê Cotmehê, saet 00:00 li gorî dema herêmî dest pê bike."

Wezaretê diyar kir ku ev biryar di cîbicîkirina daxuyaniya hevpar a ku di 1ê Çiriya Pêşîn de ji hêla Serokên Rûsyayê Vladimir Putin, Dewletên Yekbûyî Donald Trump, Serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hat dayîn û daxuyaniya serokên koma Minsk a Rêxistina Ewlehî û Hevkariya li Ewrûpa di 5ê Çiriya Pêşîn de hat weşandin. Ya yekem, Daxuyaniya Moskovê di 10ê Çirî de.

Wezaretê destnîşan kir ku ev biryar di çarçoveya pêkanîna daxuyaniya hevbeş de hate girtin ku 1'ê Cotmehê Serokên Rûsyayê Vladimir Putin, DYA'ê  Donald Trump û Serokê Fransayê Emmanuel Macron, daxuyaniya serokên Koma Minsk ya Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropî ya 5'ê Cotmehê û daxuyaniya Moskowê ya 10'ê Cotmehê de hatin dayîn.

Moskow îro ragihandibû ku Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov bi hempîşeyên xwe yên Azerbaycan Gihon Bayramov û yê Ermenistanê Zograb Mnatsakyanian re bi têlefonê re axivî.

Beriya çend rojan herdu alî gihiştibûn agirbestê li ber zextên Tirkiyê yên li ser Azerbaycanê, agirbest di saetên pêşîn de têk çû.

ANHA