Yekitiya Kooperatîfan civîna xwe ya salane li dar xist

Yekitiya Kooperatîfan a herêma Cizîrê di civîna xwe ya salane de plansaziya dema bê eşkere kir.

Yekitiya Kooperatîfan civîna xwe ya salane li dar xist
Yekitiya Kooperatîfan civîna xwe ya salane li dar xist
Yekitiya Kooperatîfan civîna xwe ya salane li dar xist
Yekitiya Kooperatîfan civîna xwe ya salane li dar xist
17 cotmeh, 2020   13:50
HESEKÊ

Di bin dirûşmeya "Kooperatîf bingeha jiyanek komînal in" îro, Yekîtiya Koperatîfan a herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li hola civînan a Mehlecê ya taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê li dar xist.

Nûnerên komîteyên aborî yên herêmên Cizîrê, rêveberiyên kooperatîfan, nûnerên Desteya Aborî û Ҫandinî û Rêveberiya Giştî ya Ҫandiniyê ya herêma Cizîrê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi axaftina cîgira hevserokatiya Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê Leyman Hisno dest pê kir. Leyman armanca kooperatîfên ku ji beriya 4 salan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatin damezirandin dest nîşan kir û got: "Armanc ji bo ku pêdiviyên bingehîn ên civakê peyda bikin. Kooperatîf encamê kombûn û hevkariya civakê ye ku bi xwe pêwîstiyên xwe bi cih bînin."

Piştre, sinivîzyoneke li ser xebatên Yekitiya Kooperatîfan a Herêma Cizîrê hate pêşandan.

Endamê rêveber ê kooperatîfên kantona Hesekê Welîd Şêx  rapora salane ya kooperatîfan xwend. Di raporê de rewşa rêxistinî û perwerdehî, rexne û rexnedayîn û xebatên salekî yên kooperatîfên kantonên Qamişlo û Hesekê hatin nirxandin.

Di dawiyê de plansaziya xebata sala bê hatin eşkerekirin. Ji wan;

- Dewreyên perwerdeyê yên girtî li ser têgehên aboriya civakî û kooperatîfan werin organîzekirin.

-Ji bo pêşxistina kar, dewreyên perwerdeyê yên meslekî ji xebatkarên kooperatîfan re ji aliyê pisporan ve werin organîzekirin.

-Kooperatîfên saziyan di aliyê rêxistinî û pratîkî de werin pêşxistin.

-Ji bo pêşxistina çandiniya avê bi rêbazê nûjen, piştevahî û alîkarî werin dayîn.

-Ji bo zeviyên bejî yên Yekitiya Kooperatîfan veguherînin avê, bernameyek were dayîn.

-Bazarên kooperatîfan werin birêxistinkirin da ku berhemên xwe nîşan bidin û sînorek ji keysbaziya bazirganan li ser van berheman were dayîn.

- Kooperatîfên sewaldariyê werin pêşxistin.

ANHA