`Em destwerdaneke din a dewleta Tirk li dijî axa Sûriyê qebûl nakin`

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê Nazîfe Xilo got bajarên Serêkaniyê û Girê Spî di dirêjahiya salekê de rastî gelek sûcên ku digihêjin asta sûcên şer hatin. Her wiha piştrast kir ku ew qebûl nakin ku dewleta Tirk a dagirker careke din axa Sûriyê dagir bike.

`Em destwerdaneke din a dewleta Tirk li dijî axa Sûriyê qebûl nakin`
15 cotmeh, 2020   04:09
MINBIC-SELWE EBDULREHMAN

9`ê Cotmehê salvegera yekemîn a êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ye.

Têkildarî vê mijarê Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê Nazîfe Xilo got dewleta Tirk a dagirker komkujî û sûcên herî hovane li dijî mirovahiyê li Girê Spî û Serêkaniyê pêk anîn.

Nazîfe îşaret pê kir ku dewleta Tirk sûcên xwe yên li dijî gelê Sûriyê li gel bêdengî û paşguhkirina civaka navneteweyî pêk anîn.

Nazîfe piştrast kir ku ew li ber xwe didin û têdikoşin ji ber xwediyê rastîn ê vê erdê ne, ne ku mîna dewleta Tirk îdia dike.

Nazîfe gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Hemû dizanin ku dewleta Tirk desteka çeteyên DAIŞ`ê dikir û niha jî desteka çeteyên xwe li herêmên dagirkirî dike, yên ku heman sûcên DAIŞ`ê pêk dianîn, pêk tînin. Her du jî heman in.”

Her wiha Nazîfe diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker demografiya herêmên dagirkirî diguhere, şêniyên resen jê derdixe, li şûna wan malbatên çeteyan bi cih dike. Ji ber wê niştecihên resen ên herêmê neçar dimînin ku di nav kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bimînin.

Nazîfe bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk ên li Serêkaniyê û Girê Spî û da zanîn ku dewleta Tirk bi van kirinan, tevahiya qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike.

Di dawiya gotinên xwe de Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk Nazîfe Xilo da xuyakirin ku dewleta Tirk wê binpêkirinên xwe bidomîne û dixwaze herêmên din ên Sûriyê dagir bike û demografiya wê biguhere û wiha pê de çû: “Hêzên me li eniyan li ber xwe didin. Em bi destwerdaneke din li dijî axa Sûriyê qebûl nakin. Têkoşîn û berxwedana me heta derxistina tevahiya çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji axa me, berdewam e. Em xwîna şehîdên xwe yên ku bi saya wan axa welêt ji DAIŞ`ê rizgar bû, ji bîr nakin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AThr16-7WSM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>