Mezlûm Ebdî: Spasiya Swêdê ya banga vekişîna Tirkiyê ya hêzên xwe ji Sûriyê dikin

Fermandarê Giştî ya QSD’ê Mezlûm Ebdî ragihand ku piştevaniya banga Wezîra Karên Derve ya Swêdê ya vekişîna dewleta Tirk a hêzên xwe ji Sûriyê dikin, her wiha piştgiriya xebata çareseriya siyasî ku rêzê li hember yekitiya xaka Sûriyê digire, dikin.

Mezlûm Ebdî: Spasiya Swêdê ya banga vekişîna Tirkiyê ya hêzên xwe ji Sûriyê dikin
14 cotmeh, 2020   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Mezlûm Ebdî der barê banga, duh, a Wezîra Karên Derve ya Swêdê ji hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Çavuşoglo re ji bo vekişîna dewleta Tirk a hêzên xwe ji Sûriyê de, bi twittekê li ser rûpela xwe wiha got: "Em der barê gotinên Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lindy de, yên têkildarî sûcên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anîne, li hev dikin. Piştevaniya banga Swêdê ya ji dewleta Tirk re ji bo vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê dikin, piştgiriya xebata li ser çareseriya siyasî ku rêzê ji yekitiya Sûriyê û pirrengiya siyasî re digire, dikin."

(fr)

ANHA