Tîmên piştevaniya derûnî li Til Hemîsê ji zarokan re lîstok pêşkêş kirin

Bi boneya Roja Cîhanê ya Tenduristiya Derûnî, tîmên piştevaniya derûnî ya navenda tenduristiyê ya navçeya Til Hemîsê, lîstok ji zarokan re û şano ji şêniyan re pêşkêş kirin.

14 cotmeh, 2020   15:55
QAMIŞLO

10’ê Cotmehê ji her sal, Roja Cîhanê ya Tenduristiya Derûnî ye. Her wiha ji ber astengiyên rojane yên pandemiya vîrusa Koronayê, metirsiya li ser pêşerojê bi taybet di bûyerên dawîn ên li Sûriyê de, tîmên piştevaniya derûnî ya navneda tenduristiyê ya navçeya Til Hemîsê şahiyên cur bi cur ji lîstokên zarokan pêşkêş kirin. Mebest jê zanabûna li ser girîngiya piştevaniya derûnî ji bo nexweş, zarok, rewşên berdan, zewaca biçûkan û hwd.

Di çalakiyê de bi dehan şênî û zarok amade bûn. Çalakî bi pêşandana şanoya li ser tundiya malbatî û nakokiyên wê li ser ferd û malbatê, zewaca biçûk û sedemên wê li ser jina ciwan ku berdana zû tîne, hatin pêşandan. Hedef ji şanoyê zanabûna gel, malbat, ferd û pêşkêşkirina piştevaniya derûnî ji wan re ye.

Piştî şano bi dawî bû, tîmên lîstokê bi beşdariya zarokên li hola navendê hin lîstokên kêfxweşiyê pêşkêş kirin, ew jî bi sedema teşwîqkirina zarokan li ser girîniya lîstokê di vî temenî de ye.

Çalakî bi belavbûna tîmên piştevaniya derûnî û navenda tenduristî ya Til Hemîsê ya diyarî û lîstokan li ser zarokan bi dawî bû.

(fr)

ANHA