Rêveberiya Xweser biryara valakirina kampa Hol da

Îro Rêveberiya Xweser li ser biryara derketina malbatên sûrî yên ku dixwazin ji kampa Holê ya li gundewarê Hesekê ye derkevin, erê kir.

Rêveberiya Xweser biryara valakirina kampa Hol da
14 cotmeh, 2020   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryareke der barê vê yekê de da û wiha tê de got:

"Li gorî civîna di 5’ê Cotmeha 2020’an de ya di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Desteya Kar û Barên Civakî û Desteya Hundirîn li dar ketiye de, Îro Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser biryara bi jimareya/146/ da û wiha ye; divê tevahî malbatên Sûriyê yên koçber û li kampa Holê rûniştine yên ku dixwazin ji kampê derkevin û vegerin herêmê, ew jî piştî tebîrên guncaw di der heqê wan de."

(fr)

ANHA