Senatorekî amerîkî: Divê DYA’yê itîrafê bi serxwebûna Qerebaxê bike

Senatorekî amerîkî bang li welatê xwe kir ku bi serxwebûna Qerebaxê itîraf bike, li rex demokratiya li Qerebaxê be û ne li kêleka rejîma destpotî be.

Senatorekî amerîkî: Divê DYA’yê itîrafê bi serxwebûna Qerebaxê bike
14 cotmeh, 2020   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Armen Press, senatorê amerîkî Adam Schiff li ser rûpela xwe ya facebookê got dive desthilatên Tirkiyê binasin ku nikarin nakokiyan bi demeke dirêj bi rêya bikaranîna hêzê li dijî sivîlan çareser bikin û divê DYA’yê dema ew dixwazin vê yekê bikin ne çalak be.

Adam Schiff wiha domand: "Di çend rojên berê de di topbaranên Azerbêcanê li dijî şêniyên Qerebaxê de kuştî û bi sedan birîndarî çêbûn, bi hezaran jî neçar man ji malên xwe derkevin û li çolê razin. Ew jî ji metirsiya firokeyên bêpîlot, topavêj û mayînan."

Adam Schiff wiha da zanîn: "Dêr û bajarokên dîrokî hatin rûxandin û bombebarankirin. Tevî ku ev şer ne rewa ye, lê gelê Qerebaxê hê jî li ser lingên xwe ye û Ermenistan jî wisa, em ê piştevaniya wan bikin."

Li gorî Adam Schiff  ev şer di encama rejîam gendelî ya li Bakoyê de pêk hat. Ji ber rejîma li Bakoyê li şûna aştî, geşkirin û azadiyê nijadperestiya tuj heye.

Schiff daxuyand ku çareyser yekane ji vê nakokiyê re dan û standin e, ne topbarankirina ermenên biaştî ne. Divê DYA’yê li gel Demoratiya Ciwan a li Qerebaxê biskine û li rex rejîma Aliyev a destpoît nesekine.

Adam Schiff wiha bi dawî kir: "Ger Tirkiyê û Azerbêcanê girîngiyê nadin dan û standinên der barê Qerebaxê de, dema hatiye ku DYA’yê itîrafê bi Qerebaxê weke dewleteke serbixwe bike."

(fr)