'Şehîd Zîlan Ereb sembola jinên azad ên Ereb e'

Meclisa Jinan a PYD’ê bi boneya salvegera şehadeta wê, bi daxuyaniyekê şehîd Zîlan Ereb ku di Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê de şehîd bûbû, bi bîr anî.

'Şehîd Zîlan Ereb sembola jinên azad ên Ereb e'
14 cotmeh, 2020   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera yekemîn a şehadeta endama Rêveberiya Akademiya Siyasî ya Demokratîk a PYD`ê Emel Silêman (Zîlan Ereb) e. Zîlan Ereb dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêma Serêkaniyê kir, tev li Berxwedana Rûmetê bû û gihaşt asta şehadetê.

Meclisa Jinan a PYD`ê bi daxuyaniyekê şehîd Zîlan Ereb bi bîr anî û soza şopandina rêya şehîdan da.

Meclisê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Zîlan Ereb sembola berxwedanê ye û wiha domand: " Zîlan ku hêviya azadiyê vedişart li pişta kenê xwe yê ku wekî nameyekê ji dagirkeran hat ku tiştek li pêşiya vîna jinên azad nasekine."

Meclisê di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku Zîlan ji malbeteke pêkhateya Ereb e û zîhniyeta di civakê de li pêşiya berxwedan û israra wê nebû kelem û Zîlan têkoşîn û berxwedan kir heta ku şehîd bû.

Meclisa Jinan a PYD`ê di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîd Zîlan û hemû şehîdan da.

(eh)