Li Efganistanê 2 helîkopter li hev ketin; 9 endamên hêzên ewlehiyê mirin

Li herêma Helmand a başûrê Efganistanê di encama lihevketina 2 helîkopteran de 9 endamêm hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest da.

Li Efganistanê 2 helîkopter li hev ketin; 9 endamên hêzên ewlehiyê mirin
14 cotmeh, 2020   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Efganistanê ragihand ku di encama lihevketina 2 helîkopteran de şeva çûyî li herêmê Helmand a başûrê welêt, 9 endamên hêzên ewlehiyê mirin

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku qeza ji ber pirsgirêkên teknîkî çêbûye.