Meclisa Sivîl a Dêrazorê nexweşxaneya Hecînê restore dike

Bi sponseriya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sivîl a Dêrazorê di merasîmekê de kevirê bingehîn ê resterokirina nexweşxaneya Hecînê ya Giştî ya li gundewarên rojhilatê Dêraozê danî.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê nexweşxaneya Hecînê restore dike
Meclisa Sivîl a Dêrazorê nexweşxaneya Hecînê restore dike
Meclisa Sivîl a Dêrazorê nexweşxaneya Hecînê restore dike
Meclisa Sivîl a Dêrazorê nexweşxaneya Hecînê restore dike
Meclisa Sivîl a Dêrazorê nexweşxaneya Hecînê restore dike
Meclisa Sivîl a Dêrazorê nexweşxaneya Hecînê restore dike
Meclisa Sivîl a Dêrazorê nexweşxaneya Hecînê restore dike
12 cotmeh, 2020   14:44
DÊRAZOR

Di merasîm de, hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Dr. Xesan Yûsif û hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xelid, rûspî û şêxên eşîrên herêmê, nûnerên ji Koalîsyona Navneteweyî û Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif axivîn. Di axaftinên wan de, destpêkirina xebatên jinûve sererastkirina nexweşxaneya giştî ya li bajarokê li şêniyên Hecînê hate pîrozkirin û şervanên QSD’ê yên ku bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî herêmê ji qirêjiya DAIŞ’ê û rizgar kiriye hatin bibîranîn.

Kesên axivîne, soz da ku xizmetguzariyan ji şêniyan re pêşkêş bikin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir ku jinûve sererastkirina nexweşxaneya Hecînê ya Giştî dê bi xwe re gavavêtinekê di beşa tenduristî ya li herêmê û pêşkêşkirina xizmetguzariyên tendurisît ji şêniyan re bîne.

Nûnerê eşîrên Bokemalê Şêx Yasîn Riziq keda Meclisa Sivîl a Dêrazorê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser pêşkêşkirina xizmetguzariyên ji şêniyan re, spas kir.

Di dawiyê de hevserokê Mexclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif tevî nûnerê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Todd Inter Syed kevirê bingehîn a projeyê danî.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/ykqLpboPixw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>